Cenazeyê Vedat Erkmen li Sakaryayê radestî malbatê kirin 2021-12-20 16:18:47     STENBOL - Polîsan du caran cenazeyê Vedat Çem Erkmen ê ku bi awayek guman li Girtîgeha Tekîrdagê jiyana xwe ji dest da û revandin li Sakaryayê radestî malbatê kirin. Malbata ku cenaze teslîm girt ber bi Qersê ve birêketin.    Girtiyê bi navê Vedat Çem Erkmen ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê ku cezayê muebetê lê hatibû birîn û 374 sal cezayê wî hatibû, duh li hucreya ku lê dihat ragirtin bi guman mirî hat dîtin. Rêveberiya girtîgehê îdîa kir ku Vedat întîhar kiriye, malbata wî jî diyar dike ku ew hatiye qetilkirin. Cenazeyê Vedat du caran ji hêla polîsan ve hat revandin.     Cenazeyê Vedat ê danê sibê li Midûriyeta Goristana Kuçukçekmeceya Stenbolê ji aliyê polîsan ve ji malbatê hat revandin, birin li tesîsekî ya li ser rêya Kocaeliyê û li vir rawestiyan. Piştî ku malbat û nûnerên saziyên sivîl berê xwe da tesîsê cenaze li vir carekdin hat revandin. Malbat û girseya ku pê re carek din vegeriyan navçeya Esenyurtê.    Her wiha polîsan nehişt ku birayê Vedat Erkmen Saîm Erkmen bi malbatê re têkilî dayne. Polîsan cenazeyê Vedat birîn Sakaryayê û li vir radestî malbatê kirin. Malbata ku cenazeyê Vedat girt ber bi Qersê ve bi rêketin.