Polîsan cenazeyê Vedat Erkmen revandin 2021-12-20 11:07:39     STENBOL - Cenazeyê Vedat Çem Erkmen ê li girtîgehê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da, nadin malbatê û ji aliyê polîsan ve hat revandin.    Cenazeyê girtî Vedat Çem Erkmen ê duh êvarê li Girtîgeha Tekîrdagê Jimara 2’yan a Tîpa F’yê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da, serê sibehê anîn Miduriyeta Goristanan a Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê. Malbatê xwest cenazeyê lawê xwe ji bo wecîbeyên olî bibe Komeleya Bazarcixa Dîgorê ya li navçeya Esenyûrtê.    Li benda mayîna malbatê didome û cenazeyê Vedat Erkmen ji aliyê polîsan ve hat revandin. Polîsan cenaze birin Weqfa Mehmetçik a Sultanbeyliyê. Piştre ji malbatê re hat gotin ku biçin li vir biçin cenazeyên xwe bigirin. Malbat û nûrenên saziyên sivîl berê xwe dan cihê ku cenaze hatî birin.