DEDAŞ'ê ceyran birî, pitikê bi nexweşiya astimê, jiyana xwe ji dest da 2021-12-20 10:25:02   AMED - Pitika bi nexweşiya astimê ya malbateke li Farqînê, ji ber DEDAŞ'ê bi hinceta deyn heye ceyrana wan birî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da.    Li Kuçeya Camiyê ya navçeya Farqînê ya Amedê Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) bi hinceta deyn heye ceyrana malbatekê birî. Pitikê malbatê yê bi navê Yunus Emre Bilen, jiyana xwe ji dest da. Yunus bi nexweşiya astimê bû. Hat diyarkirin ku Yunusê bi cihazê girêdayî dijiya ji ber sermayê jiyana xwe ji dest daye.    Pitikê jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve li Farqînê hat definkirin.