Ji bo PKK'ê standên îmzeyê hatin danîn 2021-12-19 13:20:27     NAVENDA NÛÇEYAN - Insîyatîfa Adaleta Navnetewî ya ji bo Kurdan ji bo ku PKK ji nav 'lîsteya terorê' were derxistin li paytexta Ekvadorê Quîttoyê standayên îmzeyê danîn.   Li Başûrê Emerîkayê li paytexta Ekvador Quittoyê, ji bo PKK ji 'lîsteya teroê' ya Yekîtiya Ewropa û DYE'yê bê derxistin, îmze hatin komkirin. Di standan da ku li Kolektîfa Deste El Margen hat daînîn ji bo ku PKK ji lîsteyê were derxistin îmze hatin komkurin. Standek jê ji bo fuara pirtûkan ya li Qesra Carondeletê hate danîn, ya din jî li kolana Reîne Vîctorîa hate danîn.   Şemiyê îmze hatin komkirn. Vê yekşemê jî stand wê vekirî be.   Endamên Kolektîfê ji aliyekî ve îmzeyan kom dikin û ji aliyê din ve jî behsa neheqiya li kurdan dikin.