Ji Kajal Nasrî ya li Îranê hat binçavkirin agahî nayê girtin 2021-12-19 13:09:12     NAVENDA NÛÇEYAN - Kajal Nasrî ya ku di 12'ê Koanûnê de li Sîneyê ji aliyê hêzên Îranê ve hat binçavkirin agahî nayê girtin.   Kajal Nasrî ya ku ji gundê Tangîsar ê Sîneyê ye di 12'ê Kanûnê de ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû binçavkirin. Hat ragihandin ku ji Kajala hatiye binçavkirin agahî nayê girtin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin li Daîreya Istiqbaratê ya Sîneyê Kajalê hatiye lêpirsînkirin û derbarê wê de biryara girtinê hatiye dayîn. Lê nayê zanîn ku piştî cezayê lê hatiye birîn bi ku de birin.   Li gel Kajala 26 salî hat diyarkirin ku  Farhang Eîvaz jî bi heman rengî  agahî  nayê girtin û nayê zanîn ku bi ku de birine.