Ji xurekên li kantînê tên firotin 29 xwendekar jahrî bûn 2021-12-19 12:51:03     WAN - Di kantîna Lîseya Anadolu ya Pîşeyê Teknîkî ya Mehmet Erdem de 29 xwendekar ji ber goştê ku li kantînê hat firotin jehrî bûn û der barê berpirsyaran de lêpirsîn hat destpêkirin.   Li Lîseya Anadolu ya Pişeyê Teknîkî ya Mehmet Erdem a navçeya Îpekyolu ya Wanê 29 xwendekar ji goştên ku li kantînê kirîn jehrî bûn. Dema xwendekar rakirin nexweşxaneyê, malbatan ji ber bûyera roja Înê (17ê Kanûnê) qewimî, malbataên li berpirsiyarê kantînê û şîrketa ku goşt difiroşe, gilî kirin.   Li ser giliyê hat kirin hat diyarkirin ku der barê berpirsyaran de lêpirsîn hatiye destpêkirin.