Meclisa Ciwanan a HDP'ê xebatên xwe yên kongreyê didomîne 2021-12-19 11:01:51     AMED - Meclisa Ciwanan a HDP'ê , di çarçoveya xebatên xwe yên 3'emîn Kongreya Asayî de li Yenîşehir û Rezanê afîş daliqandin û broşur belav kirin.   Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê bi dirûşma "Niha dema ciwana ye" li taxên Ofîsê ya Yenîşehîr û Koşuyolu ya Rezanê, çend roj beriya 3'yemîn Kongreya Asayî ya ku wê di 26'ê Kanûnê de li Amedê pêk bê li taxa ofîsê ya Yenîşhirê û li Koşuyolu ya Rezana Amedê broşûr û belav kirin û afîş daliqandin.    Endamên Meclîsa Ciwanan gel vexwend kongreyên xwe û li dijî polîtîkayên hikûmetê banga têkoşînê kir.