Bi deh hezaran li Amedê gotin ‘Em nikarin debara xwe bikin’ 2021-12-19 10:06:21     Medya Uren   AMED - Bi deh hezaran welatî rûxmê serma, gefan û astengiyan,  ji bo îqtidara AKP’ê rexne bikin û bêjin em nikarin debara xwe bikin qada îstasyonê ya Ofîsa Yenîşehirê tijî kirin, gotin “Îqtidar îstifa” û polîsan jî ji bo ku dengê diruşman neyê bihîstin dengê stranan bilind dikir. Lê wî dengî jî nikaribû dengê dirûşman derbas bike…   Konfedarasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li dijî qeyrana aborî li Qada Îstasyonê ya Ofîsa Yenîşehira  Amedê bi dirûşma “Em nikarin debara xwe bikin!' Ji bo budçeyek jiyana mirovî, alîgirê ked û xelkê ye em mil didin milê hev” duh mîtîng li dar xist. Tevî hewa sar û barîna baranê ango astengiyên ji pankart û beşdarvanan re hatin derxistin jî bi hezaran kedkar û karker herikîn qada mitîngê.   Tirkiye di yek ji pêvajoyên xwe yên herî bi kaos re derbas dibe. Qeyranên aborî, siyasî û civakî hevdû dişopînin. Bi zêdebûna buhayê dolar re û  diyarkirina rêjeya mûçeya kêmtirîn re hêrsa gel a li hemberî îqtidarê zêdetirbû.  Di serî de li dijî buhabûnê di medyayên civakî de,  li Stenbol û gelek bajarên din gel rabûn serhirdanê û daxwaza ku îqtîdar îstifa bike kirin. Di pêvajoyek wiha de KESK'ê jî li dijî qeyrana aborî gelek çalekî li darxistin û duh ji bi mîtîngek girseyî ya li Amedê re bû dengê gel. Nerazîbûna xwe ya li hemberî polîtîkayên îqtidara AKP’ê bi deh hezaran re nîşan da.   Pankart hatin astengkirin   Weke her çalekî û mîtîngên kedkar ango HDP’yî li dardixin di vê mîtîngê de jî astengî derxistin. Bi saetan beşdarvan nekirin qada mîtîngê, pankartên HDP’yîyan hatin astengkirin û beşdarvanên ji Wanê dihatin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Herçiqas pankartên HDP’yîyan hatibin astengkirin jî alên wan cardin di destên dayîk, zarok û ciwanan de hatin hejandin. Bûn deng û rengek xurt ê mîtîngê.   Kortejek cuda ya jinan hate çêkirin   Jinên sendîkayî kortejên cuda çêkirin û hatin qada mîtîngê. Bi sedan jin bi diruşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Hikumet îstifa”,  “Ne bûdçeya Qesrê Budçeya  Gel” ber bi qada mîtîngê ve meşiyan û dengê xwe bilind kirin. Bi taybet jî gelek jinên HDP’yî  û dayikên Aşitiyê bi cil û bergên kurdî  cihê xwe di mîtingê de girtin.   Bi hev re daxwaza îstifakirina îqtidarê kirin   Li qada îstasyonê deh hezarên kombûn ne tenê daxwaza xwe, daxwaza gelên  li Tirkiyeyê anîn ziman. Wa gotin “Hikumet Îstifa”. Polîs ji bo dengê diruşman nedin bihîstin dengê stranan bilind kirin. Lê vî dengî jî têr nekir ku dengê girseya mezin û hêrsa wan derbaz bike. Li dijî astengiyan wan dengê xwe bilindtir dikirin û bi taybetî jî dema diruşmên têkildarê tecrîd û girtîgehan dihatin berzkirin, komîteya amedekar a mîtîngê ji aliyê polîsan ve dihat hişiyarkirin. Axaftvanan jî bi taybetî li ser mijara astengiyê berteka xwe nişan dan û dirûşmên dihatin astengkirin li ser dîkê dubare kirin.   Ji bo gel bû hêvî   Kombûna girseyê li gorî dihat hêvîkirin zêdetir bû. Kesên li qadê cih girtin bi kombûna girseyê re bi kelecantir bûn û li cihê xwe nikaribûn rawestiyana. Govend hat gerandin û stran hatin gotin. Girseya ku her çû mezintir bû hêz, moral û cesaret da axaftvanan û bi cesareteke mezin wan bertek û daxwazên gel anîn ziman.  Ev mîtîng ji bo yên tevli bûn û yên temaşe kirin jî bû hêviyek mezin.