ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2021'Ê 2021-12-19 09:00:00     *Parêzer Nuray Ozdogan da zanîn dewlet û hukumet girtiyê polîtîk wekî rehîne dibîne û wiha got:"Wekî dewamiya hiqûqa cezayê dijmin hiqûqa înfazê ya dijmin bi hawê xwe yê herî giran tê pêkanîn. Tecrîda giran û nehiqûqî ya li Îmraliyê bi salane pêk tê li hemû girtîgehan belav bûye."   *Cenazeyê Taybet Înan ango Dayika Taybet di qedexeya derketina dervê de 7 roj û 7 şevan li kolanê ma. Çend 6 sal derbas bû jî ne dîmenê cezaneyê Taybet û ne jî tilîliyên wê yên berxwedanê hatin jibîrkirin. Keça wê Şaristan Alga, got: "Dayika min berxwedêr bû, bi tililiyên xwe hêzê dida mirovan û bi tililiyên xwe bersiv dida dijmin." BI DÎMEN    *Mirina bi guman a Garibe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê ya di hefteya mafê mirovan de tabloya pêkanînên antîdemokratîk û nêzîkatiya li hemberî mafê mirovan a Tirkiyeyê raxist pêş çavan. Medyaya hawiz a reng û zihniyeta îktidara yekperest nîşan dide jî, di hefteya mafê mirovan de rola xwe dîsa lîst û bû hevalê polîtîkayên li dijî rûmeta mirovahiyê tên bikaranîn. MEDYA KRÎTÎK