Li Qada Gundogduyê peyama ‘Em nikarin debara xwe bikin' 2021-12-18 16:26:16     ÎZMÎR - Li Qada Gundogdu ya Îzmîrê bi dirûşma "Em nikarin debara xwe bikin" mîtîngek bi pêşengiya Eniya Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê ve hat lidarxistin. Di mîtînge de banga bi dawîkirina polîtîkayên şer hat kirin.    Bi pêşengiya Eniya Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê li Qada Gundogdu ya Îzmîrê mîtîngek bi dirûşma "Em nikarin debara xwe bikin, ji bo jiyaneke mirovî li qadan in" hat lidarxistin. Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Îzmîrê, pêkhateyên Platforma Sendîkayên Kedkarên Şoreşger (DÎSK), partiyên siyasî, endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Platforma Jinan a Îzmîrê û gelek welatî beşdarî mîtîngê bûn.    Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên "Em hilberîner in û em ê bi rêve bibin", "Ne budçeya şer, budçeya gel", "Serketin dê ya kedkarên berxwedêr be" û "Bijî hevgirtina şoreşgerî" hatin berzkirin.    Di mîtîngê de serokê giştî ya KESK'ê Mehmet Bozgeyîk axivî. Mehmet, anî ziman ku dewlet dema welatî feqîr dibin dibêje "sebir" û wiha got: "Dema ku ew di qesrên camê de di nav luks û pozbilindiyê de dijîn, ji bo vê rewşa ku bi dehan karker û kedkar nikarin debara xwe bikin dibêjin şikur bikin. Dinya dizane kî bêexlaq û bêwijdan e. Yên bêexlaq ew in ku çavkaniyên welat talan dikin. Îqtîdar bi zextan dixwaze gel bitirsîne. Ciwanên me ji ber ku daxwazên xwe anîn ziman li Enqerê lêdan xwarin û hatin binçavkirin. Heman rojê mîtînga me ya Antalyayê hat qedexekirin. Bi salane li gelek deveran em nikarin mafê xwe yên çalakî û protestoyê bikar bînin. Gelek navendên ku li dijî şîdeta li hemberî jinan derdikeve hatin girtin û stargehên jinan hatin girtin. Jinên ku têkoşînê didin tên binçavkirin û girtin. Dixwazin jinan heqsê 4 dîwaran bikin. Her roj li girtîgehan cenazeyek derdikeve. Girtîgehên ku di bin ewlehiya dewletê de ne tenê şîdet, kuştin, taciz û tecawiz heye. Garîbe Gezer hefteyên borî tiştên ku jiyayî anibû ziman. Ji ber ku rayedar bêdeng man ew jî dawî li jiyana xwe anî."   Mehmet, di dawiya axaftina xwed bal kişand ser OHAL'ê û got: "Demek dirêje bi rêya çapemeniyê dixwazin raya giştî hînê hîn tiştan bikin. Em li vir hişyar dikin û dibêjin wisa nekin. Ji ber ku diçin û bi çûyîna xwe re jî tirsê di nava civakê de diafirînin. Her wiha em ji vê qadê bang dikin û dibêjin endamên KESK'ê yên girtî serbest berdin."    Mîtîng bi stranên Koma Muzîkê ya Bandista bi dawî bû.