Jin bi hev re bi Hêz in ji girtiyan re qert şand 2021-12-18 15:09:30     STENBOL - Jin bi hev re bi Hêz in bi munasebeta sersalê ji jinên girtî re qert şand.    Jin bi hev re bi Hêz in di rojên borî de li Mekana Xemrî hatibûn gel hevdu û ji bo jinên di girtîgehan de name û qertên bi reng amade kiribûn. Jinan îro jî bi peyamên xwe yên piştevaniyê li Postaneya Kadikoyê qert şand ji jinên di girtîgehan de.    Jinan dan zanîn ku dê dîwarên girtîgehê, îşkence û mêr-dewletê nikaribin li pêşiya piştevaniya wan bibe asteng.