Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar 285 roj in didome 2021-12-18 11:45:44     RIHA - Malbata Şenyaşar 285 roj in çalakiya Nobeta Edaletê didomînin û gotin: "Dayikek ev 285 roj in edaletê dixwaze."    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku li pêş Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja 285’emîn de berdewam dike. Ji ber dawiya hefteyê çalakiya xwe ya îro li mala xwe ya li Pirsûsê domandin.   Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ev peyam belav kir: ''Tirkiyê beriya bi 72 sal in Beyannameya Gerdûnî ya Mafê Mirovan a Tirkiyê îmze kir. Lê li Rihayê nayê bicihanîn. Dayikek ev 285 roj in edaletê dixwaze.  Pergala hiqûqê li Rihayê di destê hinan de ye. Em ê adalet û hiqûqê bi parêzvanên mafê mirovan re bînin.''