18'ê Kanûna 1996'an: Eyşe Şan jiyana xwe ji dest da 2021-12-18 09:27:30     Eyşe Şan, şehbanûya kurdan di 18'ê kanûna 1996'an de jiyana xwe ji dest da. Eyşe Şan a ku bi berxwedana xwe ya ji bo ziman û çanda kurdî navê xwe li dîroka kurdan daye, di heman demê de ji bo nasnameya xwe ya jinbûnê jî têkoşînek mezin daye.    1941: Dîroknasa amerîkî Joan Wallach Scott (née Joan Wallach), di sala 1941’an de li Brooklynê hat dinê. J. W. Scott, derbarê dîroka fransî de xebatan daye meşandin. Ji bo teoriya femînist û dîrokê gelek hewldanên wê yên girîng pêk hatin.    2015: Endamên Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê (BÎKG) li dijî qedexen ku li herêmê tê domandin nobeta xwe ya aştiyê didomînin. Jinên ku dixwastin nobeta xwe li Qada Khalkedonê pêk bînin hatin astengkirin. Jinan bi çepikan astengiyan şermezar kirin.