'Dê bi têkoşînê di baroyan de serok û rêveberên me yên jin hebin' 2021-12-18 09:05:55     AMED - Endama Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê Oyku Çakmak balkişand ser newekheviya li hember jinan a di baroyan de û got: “Bi rêxistinbûna xurt a têkoşîna jinê re wê demên pêş de seroka baroyê ya jin, nûner û rêveberên jin yên baroyê zêdetir bin.”   Li welat 81 baro hene û tenê li 7 baroyan serokên jin hene û ev jî nêzikatiya li hember jinan nîşan dide. Endama Lijneya Rêveber a Baroya Amedê parêzer Oyku Çakmak da zanîn ku di baro û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) de zêde cih nadin jinan.   Oykuyê daxuyakirin ku li gorî daneyên TBB’ê ji kanûna 2020’an heta  niha 65 hezar û 533 jin, 77 hezar û 797 parêzerên mêr bi giştî 143 hezar û 330 parêzer peywirê dikin û got mixabin ev di nûneriya baroyan de xwe nade hîskirin. Oykuyê wiha got: “Serokên baroyên Artvîn, Ordu, Samsun, Sînop, Trabzonê jinin. Lê  serokên baroya Sînor û Trabzonê di hilbijartinên Lîjneya Rêveberiya TBB’ê de hatin hilbijartin û ev wê dakeve 5 heban. Ji 1969’an heta niha 9 zarokên TBB’ê jî mêr bûn. Mixabin nûneriya jinan di TBB, lijneyên kontrol û delegeyên TBB’ê de kêm e.”   ‘Em ji bo nûneriya wekhev têdikoşin’   Oykuyê daxuyandin ku ew li her qadê îfade dikin ku divê polîtîkayên ku wekheviyê ji holê radikin bên afirandin û wiha dirêjî dayê: “Ji bo wekhevî û ferasetek adîlane em têdikoşin. Pêşketina vê ferasetê û wekheviya zayendî bi hebûna jinan a di merciyên biryarê, mekanîzmayên rêveberiyê de pêkane. Di vê nokteyê de divê pêşiya jinan bê vekirin û piştgiriya polîtîkayên pêşketî bê kirin. Guherîn bi têkoşînê pêkane. TBB’ê di 4-5’ê kanûnê de 36’emîn Lijneya Giştî pêk anî. Em parêzerên jin gel hev û me deklerasyonek hevpar îmze kir.”   ‘Tenê du parêzerên jin hatin hilbijartin’   Oykuyê ev tişt anî ziman: “Pêvajoyê amadekariya hilbijartinan li seranserê welat di esasa mêr de tê meşandin. Di lîsteya ku serokê TBB’ê Metîn Feryzîoglu amade kiriye dedu heb di lîsteya ku Erînç Sagkan amade kiriye de jî jinek namzet hebû. Ji bo lijneya rêveberiya TBB’ê ku ji 10 kesî pêk tê du parêzerên jin hatin hilbijartin.”   ‘Em ji bo vê tabloyê hilweşînin tê dikoşin’   Oykuyê bi lêv kir ku feraseta serdest ya mêr ji bo qadên siyaset û civaka sivîl ji jinan re bigirin, bi çavsorî tevdigerin û wiha pê de çû: “Li qada desthilatdariyê de çiqas jin li holê tunebin evqas karê mêran hêsan dibe. Ev rekabetek ecibe. Mêr dema şerê hêzê dimeşînin dixwazin bi mêrên din re riya xwe bidomînin. Mixabin gelek caran ji bo wekheviya zayenda civakî pêk bê, samîmî tevnagerin. Bêguman em parêzerên jin jî ji bo vê hilweşînin wê têbikoşin. Mêr di gelek qadan de di mijara jinan de samîmî nînin. Bi gelekan re feraseta zayendperest û jinan davêjin plana duyem heye. Mêr dibêjin bila jin zêdetir xurt bibin, cih bigirin, tevli siyasetê bibin lê mixabin di jiyanê de bi partnerên xwe re berpirsyariya wekhev nagirin.”   ‘Em rastî gelek newekheviyan tên’   Oykuyê di dawiya axaftina xwe de  destnîşan kir ku li Kurdistanê jî wek jin rastî gelek binpêkirinan û newekheviyan tên û wiha dawî lê anî: “Demên borî de li Baroya Amedê nazmetên serokatiyê yên jin hebûn. Lê salên dawî de zêdetir namzetên mêr hene. Em vê rewşê rexne dikin û ji bo guherînê hewl didin. Niha li Kurdistanê jin bi gelek cudakariyan re tên rû hev. Ji ber namzeyê em bi şîdeta dewletê re tên rû hev. Lê têkoşîna me wê her tim bidome. Wê bi têkoşînê serok, nûner û rêveberên me yên jin hebin.”