‘Di şexsê Garîbe Gezer de hovîtiya li hemberî girtiyan aşkere bû’ 2021-12-18 09:03:14     Sema Çaglak   AMED - Jinan destnîşan kirin ku di şexsê Garîbe Gezer de hovîtiya li hemberî  girtîyan aşkere bûye û gotin: “Îro di girtîgehan de bi hezaran Aysel Tugluk û Mehmet Emîn Ozkan hene ku nayên derman kirin. Divê hemû civak li hemberî rewşa girtiyan hestiyar tevbigere.”   Li welat demek dirêj e binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, giranbûna rewşa girtiyên nexweş, betalkirina înfazên girtiyan û gelek pirsgirêkên din ku li girtîgehan tên jiyîn rojeva sereke ne. Li gel bangên ku tên kirin Wezîrê Edaletê bêdengiya xwe xira nake. Li Girtîgeha Şakranê ya hejmar 2 a Tîpa T girtiyê nexweş ê rewşa tendirustiya wî giran  Abdulrezzak Şuyur û  girtiyê li Girtîgeha bi Ewlehiya Biland a Amedê Halîl Guneş ê nexweşê giran li hucreya xwe mirî hatin dîtin. Herwiha Salîh Tugrul ê ku di girtîgeha Sêrtê ya Tîpa E de mabû ku felç bibû û ji ber nexweşiya Demansê lê peyda bibû jî jiyana xwe ji dest da. Di rojên borî de jî Garîbe Gezer a li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F ya Kandirayê dihat girtin û îşkenceya zayendî lê hatibû kirin dîsa li hûcreya xwe bi awayê bi gûman mirî hatibû dîtin. Bertekên li hemberî mirina 4 girtiyan di nava hefteyek de berdewam dikin.   ‘Di şexsê Garîbe Gezer de hovîtiya li girtîgehan akere bû’   Aktîvîsta TJA’yê Hîlal Ada, bal kişand  ser tecrîdê û diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan îro li hemû girtîgehan xwe gihandiye asta herî jor. Hîlal, wiha axivî: “Di vê rewşa heyî de binpêkirina mafan her ku diçe zêdetir dibin. Bêguman di vê mijarê de bêdengiyek jî heye. Hem ji aliyê muxalefet de hem jî ji aliyê dewletê de.  Ango di vê mijarê de kêrr û lal in. Lê divê muxalîf bizanibin ku heke hêzên demokrasiyê nebin yek û gel tune be ew ê jî bi ser nekevin. Di şexsê Garîbe Gezer de hovîtiya li girtîgehan aşkere bû. Destdirêjîya li hemberî girtiyan û îşkenceya li dijî girtîyan bi tu awayî nayê qebûlkirin. Divê gel vê rewşê qebûl neke û dengê xwe bilind bike.”   ‘Divê tu malbat û gel vê rewşê qebûl nakin’   Hîlal  destnîşan kir ku divê hemû gel û malbatên girtî ji rewşa girtîgehan re bi hestiyarî nêz bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di nav hefteyê de 4 cenaze ji girtîgehê hatin derxistin. Ev xemgîniyeke gelek mezin e. Di vê pêvajoyê de bêdengî û ne dîtina rewşê nayê qebûlkirin û nayê qebûlkirin.  Di vê rewşa heyî de lazime ku em têkoşîna xwe mezintir bikin û xwedî li girtiyan derkevin. Divê armanc şikandina tecrîdê be û derxistina ji zindanê be. Divê em di şexsê Garîbe Gezer de hem rexnedayîna xwe bidin hem jî bi têkoşîneke hevpar vê pêvajoyê serkeftî derbas bikin. Bi hezaran girtiyên me di zindanan de ne. Divê tu malbat û gel vê rewşê qebûl nake. Divê tu kes nebêje ev qedera me ye. Ji ber ku ev ne qedera me ye. Yanî qirkirina sîyasî, birdozî û aborî divê em weke qeder qebûl nekin. Têkbirina vê pergalê bi têkoşînek hevpar pêkan e. Lewra bi taybetî banga me ji bo jina ye ku jin rol û misyona xwe bilîzin û pêşî ji vê qirkirinê bigirin.”   ‘Girtî terkî mirine tê kirin’   Hevseroka HDP'ê ya navçeya Yenîşehîrê ya  Amedê Remziye Sizici jî diyar kir ku pergal û zîhnîyeta li hember girtîgehan xwe daye nîşandan û got: “Desthîladtdariya AKP-MHP ê her diçe tecrîda li ser girtiyan û li ser gel zêdetir dike. Şert û mercên girtîgehan jixwe tên zanîn û em gelek caran bûne şahidê vê rewşê. Hevalên me yên nexweş ku di rewşa xirab de ne derfetên wan ji bo nexweşxane û stendina derman tune ne. Girtî di van şert û mercan de ketine asteke ku nikarin bi tena serê xwe venêrîna xwe bikin. Her diçe nexweşiyên wan giran dibin û terkî mirinê tên kirin. Di nav hefteyekê  de 4 hevalên me jiyana xwe jidest dan. Garîbe Gezer bi tena serê xwe di hucreyê de dihat hiştin û xwestibû dengê wê were bihîstin. Garîbe Gezer hate kuştin û berpirsyarê rewşê jî diyar in.  Ji ber vê jî ew zilma ku li  girtiyan tê kirin ne tenê îro tê kirin bi salan e ev zilm li girtiyan tê kirin. Şahîdên wê jî zindî ne. Li ber çavên me her tişt dibe.”   ‘Li girtîgehan bi hezaran Aysel Tugluk û Mehmet emîn Ozkan hene’   Remzîye destnîşan kir ku mafên girtiyan ê bingehîn tê binpêkirin û bi vî awayî dewlet qanûnên xwe binpê dike. Remziye, wiha axivî: “Parêzer bi agahiyên ku ji girtîgehan tînin rewşa girtiyan dikin rojevê. Girtiyên wekî Aysel Tugluk, Mehmet Emîn Ozkan û bi hezaran girtiyên din di rewşa ku nikarin li girtîgehê bijîn de ne. Dîsa hatibû zanîn ku Halîl Guneş ji ber ku dermanên wî nehatibûn dayîn jiyana xwe jidest daye. Em dibînin ku mafên girtîyan ê bingehîn tê binpêkirin. Li tu welatî rewşekê bi vî şiklî tune ye. Dewlet bi xwe qanûnên xwe binpê dike. Îro di girtîgehan de bi hezaran Aysel Tugluk hene, bi hezaran Mehmet Emîn Ozkan hene û nayên dermankirin. Hevalên me yên ku 28 sal 30 sal di zindanan de mane ku cezayê wan qediyane hene.  Lê infaza wan tê betalkirin. Ev rewşeke dijhiqûqî ye. Bila desthîlatdarî li gorî qanûnê tevbigere û girtiyên nexweş bên berdan.  Herwiha girtiyên ku infaza wan hatiye betalkirin bên berdan.”