Li Geverê hevdîtina 'Niha dema ciwana ye' 2021-12-17 16:42:12   COLEMÊRG - Li navçeya Geverê Meclisa Ciwanan a HDP'ê bi dirûşma "Niha dema ciwana ye" hevdîtin pêk anî.   Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Gever a Colemêrgê bi dirûşma “Niha dema ciwana ye” hevdîtin pêk anî. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyên Colemêrgê û gelek ciwan tevli hevdîtina li Salona Dawetê ya Tekçeyê hat lidarxistin bûn. Li salonê pankartên “Jinên ciwan li her derê li dijî zîhniyeta serdest a mêr in” û “Ciwan li her derê ne” hatin daliqandin. Di çalakiya ku piştî deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir de ewil Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Geverê Şoreş Dîrî axivî.   'Armanc têkbirina têkoşîna Gelê Kurd e'   Dersîm Dag di axaftineke kurt a civînê de ku kir diyar kir ku li her cihê ku kurd lê dijîn polîtîkaya şer tê meşandin û got, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hemû welat dorpêç kiriye. Dêrsim da zanîn ku polîtîkaya tecrîdê bingeha hemû şerê taybet e û got, “Piştî komploya li dijî Birêz Ocalan, xwestin ciwanên lurd û têkoşîna wan tine bikin. Lê bi saya berxwedan û têkoşîna gelê me polîtîkayên wan têk çûn. Yên ku têkoşîna Gelê Kurd dîtin, rêbaza şerê qirêj bi kar anîn. Ji bo ciwan ber bi tiryak û fuhûşê ve biçin konseptek taybet a şer pêk anîn. Bi kaşkirina jin û xortan a nava çirava tiryakê ya li herêmê de, hewl didin wan lawaz bikin. Di vir de tenê armanc paşveçûn û têkbirina têkoşîna Gelê Kurd e. Li metropolên ku kurd lê dijîn jî heman rêbaz tê meşandin. Yên ku ciwanên kurd dikişînin nava çirava tiryakê, kesên di çarçoveya konsepta şerê taybet de hatine perwerdekirin in. Bi têkoşîna gelê me wê ev polîtîka jî ji holê  bên rakirin. Divê gelê me li hemberî van polîtîkayan hişyar be."   'Ciwanên kurd wê tu carî serî netewînin'   Dêrsim da zanîn ku mirina girtiyên nexweş nêrîna hikûmetê ya li ser kurdan bi kurtasî tîne ziman û got, “Ev hikûmet bi hemû rêbazan hewl dide têkoşîna Gelê Kurd têk bibe. Ciwanên kurd û jin tu carî serî natewînin. Welatê me Kurdistan e û zimanê me Kurdî ye. Tu kes wê vê rastiyê neguherîne. “Gelê me wê vê têkoşînê bigihîne serkeftinê.   Piştî axaftina Dersimê Koma Aryen derket ser dikê û  civîn bi govendê bi dawî bû.