Ji KESK'ê ji bo tevlibûna mîtînga 'Em nikarin debara xwe bikin' bang 2021-12-17 12:59:51   ENQERE - KESK'ê ji bo Mîtînga ku wê sibe li Amed û Îzmîrê li dar bixwe daxuyaniyeke nivîskî da û banga tevlibûna mîtîngan kir.    Bi pêşengiya Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) sibê li Qada Îstasyonê ya semta Ofîsê ya Yenîşehira Amedê bi dirûşma “Em nikarin debara xwe bikin” derbarê mûçeyê herî kêm de mitîngek tê lidarixstin. Sibê bi heman dirûşmê wê hem li Amedê û hem jî li Îzmîrê mitîng were lidarxistin. Her wiha roja yekşemê jî li Enqerê bi heman dirûşmê mîtîng tê lidarxistin    Kesê ji bo mîtîngên ku wê li dar bixi bi daxuyaniyeke nivîskî banga tevlibûnê kir.   Mîtînga li Qda Îstasyonê ku wê sibe saet di 13.30 de bê lidarxistin rêxistinên civakî yên sivîl ku pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ne, partiyên siyasî û komele piştgiriyê didinê.