Li Hewlêrê lehî: 8 kesî jiyana xwe ji dest da 2021-12-17 11:50:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hewlêrê ji ber barîna barana zêde lehî rabû û di encamê de 8 welatiyan jiyana xwe  ji dest dan.    Duh bi şev li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê baranek zêde barî û baran bû sedema lehiyê. Bi taybet barana zêde bandorek neyînî li bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê kir. Li taxên Daretû, Daretûya Nû, Jîn, Roşenbîrî, Quştepe û Şemamk ên Hewlêrê lehî rabû. Li gorî agahiyên hatine standin, ji ber lehiyê 8 kesî jiyana xwe ji dest dane. Ziyanek zêde ya madî çêbûye, bi dehan wesayît li ber lehiyê çûne û kolan xirabûne.    Hêjayî gotinê ye ji ber nebûna binesaziyek baş a li Hewlêrê salene, dema baran tê lehî radibe û dibe sedema karesatan. Waliyê Hewlêrê Umîd Xoşnav jî aşkera kir ku 8 welatiyan jiyana xwe ji dest daye.