ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2021'Ê 2021-12-17 09:00:00   *Desthilatdariya AKP’ê bi rêya ATK’ê girtiyên nexweş li girtîgehan terkî mirinê dike û jiyana xwe ji dest didin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtinên li Îmraliyê de diyar dikir ku divê girtiyên nexweş serbest bên berdan û ev rewşeke mirovahî û ehlaqî ye.    *Hiqûqnas û mamosteya hiqûqê ya zanîngeha Silêmaniyê û di heman demê de jî xizma kesên ku di komkujiya Helepçeyê de jiyana xwe ji dest dane Şadye Birahîm têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî wiha got:"Her ku dijberên Kurdistanê ketine tengasiyê çekên kîmyewî bi kar anîne. Sedam li hember serhildana kurdan li Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî li hember serhildana PKK'ê çekên kîmyewî bi kar anî. Di vir de armanc ne tenê qetilkirina mirovan, qetilkirina xwezaya Kurdistanê ye jî." DÎMEN HEYE   *Ciwan dînamîk û enerjiya esas a guherîna civakê ye. Ev taybetî, girêdayê xwezabûn û jîrbûna lêpirsîna wan e. Beriya ciwaniyê, zarokatî dema xwe ji jiyanê re amade dikin, pirsan dipirsin, hewl didin fêm bikin, nas bikin û venasînin. Di her mijarê de bê tirs pirsan dipirsin û heta bersivên bi mantik bibînin lêgerînê didomînin. Ev rastî xwe di ciwantiya wan de jî dide der. NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum yekemîn runiştina doza Malbata Dedeogullari nirxand û da zanîn ku daraz dixwaze ser êrîşa nîjadperest digire, hewl dide veguhere sûcê şexsî û got: “Ger ji sûcdariya ‘bi qestî kuştinê’ lêkolînek baş neyê kirin, wê gumanbar cara duyemîn jî heman tiştî bikin û kirin jî.”