Girtiyê nexweş ê li girtîgehê felç derbas kir hat definkirin 2021-12-17 08:52:47   SÊRT - Cenazeyê girtiyê nexweş Salih Tugrul ê li girtîgehê felç derbas kir û jiyana xwe ji dest da hat definkirin.    Girtiyê nexweş ê giran Salîh Tugrul (65) ku di sala 2014’an de ji ber ku felç derbas kirîbû, înfaza wî hatibû rawestandin û li derve dihat dermankirin li Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Salih ji aliyê malbat û TUAY-DER’ê ve ji morga nexweşxaneyê hate girtin.   Cenazeyê Salih ji Mêrsînê bi ambûlansê anîn Sêrtê û li goristana Şêx Suleyman hate definkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Rêxistina HDP’a Sêrtê, MEBYA-DER û gelek welatî tevlî merasima cenazeyê Salih bûn.   Serdanên sersaxiyê wê li mala Salih a li Mersînê were qebûlkirin.