Li Cizîrê tundiya mêr: Jinek hat birîndarkirin 2021-12-16 16:52:58   ŞIRNEX - Li Cizîrê mêrê bi navê Fethî M. hewl da jina bi navê F.M. ya pê re zewicandî qetil bike, jina bi navê Cehya Ç.ya li cihê bûyerê bû jî birîndar kir.    Li Cizîrê mêrê bi navê Fethî M. yê ku bi ser mala jina pê re hatibû zewicandin F.M. de girt hewl da wê bi çekê bikuje. Herwiha Fethî Ç. Cehya Ç. ya jinbira F.M ku li cihê bûyerê bû jî birîndar kir.    Li ser agahdarkirina kesên li derdorê tîmên tendirustî û polîs hatin cihê bûyerê. Tendirustvanan Cehya rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.    Fethî M. ji cihê bûyerê reviya hevjînê Cehya ku hat birîndarkirin jî ji bo îfadeya wî bê girtin birin emniyetê.