Malbatên 'Nobeta Edaletê' digirin: Divê her kes dengê xwe derxin 2021-12-16 14:46:56   WAN - Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê çû serdana malbatên girtiyan ên ev heft roj in "Nobeta Edaletê" digirin. Di serdanê de hat gotin divê herkes li dijî tiştên li girtîgehan diqewimin dengê xwe derxin.      "Nobeta Edaletê" ya li dijî binpêkirina mafên giran ên li ser girtiyan û ji bo balkişandina ser girtiyên nexweş li Baroya Wanê hatibû destpêkirin di roja 7'an de dewam dike. Her roj eleqeya ji bo çalakiya "Nobeta Edaletê" mezin dibe. Heta niha hejmara malbatên beşdarî çalakiyê bûne gihşatiye 10'an.   Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Umit Dede çû serdana malbatên "Nobeta Edaletê" digirin.   'Binpêkirina mafan gihaştiye asta herî jor'   Umit ê li vir axaftineke kurt kir wiha got:"Ji 2020'î heta niha 59 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Loma ev nobeta edaletê di eslê xwe de divê biba nobeta jiyanê. Ji avakirina komarê heta niha li girtîgehan pergaleke li gor rûmeta mirovatiyê nehatiye avakirin. Girtîgehên Tirkiyeyê bûn navendên ferzkirina jiyaneke ne li gor rûmeta mirovatiyê. Bi aliyekî xwe yê dîrokî îşkence li van navendana pêk ahtin û binpêkirina mafan qewimîn. Pandemî jî kirin hincet û li girtîgehan jiyan gelekî zehmet bû. Bi taybet ev 4-5 sal in binpêkirina mafan gihaştiye asta herî jor. Ji bo binpêkirina mafan bê rojevê û ji bo îktidar dev ji van polîtîkayan berde me li berxwe da. Divê em polîtîkayên girtîgehê û hiqûqê yê îktidarê teşhîr bikin. Yên li girtîgehan sûc dikin îktidar û Wezareta Edaletê ye. Divê Wezareta Dadê îstifa bike û îktidara siyasî dawî li vê rewşê bîne. Li dijî lêgerîna tazî, sirgunkirina girtiyan, binpêkirina mafan, taloqkirina înfazan em bang dikin ku herkes dengê xwe derxin."   Malbatên "Nobeta Edaletê" didomînin diyar kirin ku heta binpêkirina mafan bi dawî bibe wê têkoşîna xwe bidomînin.