Li Sûrê broşura 'mafê jinê' hat belavkirin 2021-12-16 14:26:46   AMED - Parêzvanên mafê mirovan, li kuçeyên Sûrê têkildarî mafê gihandina edaletê ya jinê broşur belav kir.    Baroya Amedê, Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Odeya Tabîban a Amedê, endamên Komeleya Jinê ya Rosayê, di çarçoveya mafê mirovan de broşura "Mafê Gihandina Edaletê ya Jinan" belav kirin. Jinên li Deriyê Çiyê hatin gel hevdu li kuçeyên Sûrê broşur li jinan belav kirin.    Hejmara ragihandinê jî hat dayin   Jinan eleqeyek mezin nîşanî broşurên tê de behsa mafê jinan, tundiya li ser jinê û Peymana Stenbolê dihatin kirin, dan. Parêzvanên mafan ji bo rewşeke awarte hejmara telefonê ya ragihandinê dan jinan.