Pira 2'yemîn a Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê jî hate girtin 2021-12-16 13:45:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên PDK'ê pira duyemîn a Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê jî girtin.   Hêzên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ku Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê (Aliyê Başûrê Kurdistanê yê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê) serê sibehê bi blokên beton girtibûn, piştre jî pira duyemîn a li ser sînor jî li çûn û hatinê re girt.   PDK'ê blokên hesin ên pira duyemîn jî rakirin û rê girtin. Her wiha hêzên xwe yên polîs li ser sînor bi cih kir.   Aliyê Pêşxabûr (Başûrê Kurdistanê) ê dergeha Sêmalkayê serê sibehê ji aliyê hêzên PDK'ê ve bi blokên beton hatibûn girtin. Rayedarên dergeha Sêmalkayê diyar kir ku rayedarên PDK’ê bêyî agahiyekê pira Sêmalkayê girtiye.   PDK’ê heta niha bersiv nedaye daxwaza malbatan a wergirtina cenazeyan ku ev 73 roj in li Sêmalkayê çalakiyê li dar dixin û danê sibehê dergeh girtibû.   Her wiha jî hêzên çekdar yên PDK’ê li deriyê Pêşxabûr êrîşî çalakvanên siyaseta PDK’ê şermezar dikirin, kiribû û 2 jê giran 15 çalakvan birîndar kiribûn.