Cenazeyê Salîh Togrûl şandin Sêrtê 2021-12-16 11:55:38     MÊRSÎN - Cenazeyê Salîh Togrûl ê li girtîgehê felç bûbû û duh li nexweşxaneyek Mêrsînê jiyana xwe ji dest da, şandin bajarê wî Sêrtê.    Girtiyê nexweş ê giran Salîh Togrûl (65) ku di sala 2014’an de înfaza wî hatibû rawestandin û li derve dihat dermankirin li Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê jiyana xwe ji dest da. Hat hîn bûn ku Salîh ê li ser rewşa wî giran bû beriya 6 rojan rakirine nexweşxaneyê, duh jiyana xwe ji dest daye.   Malbatê û rêveberên TUAY-DER’ê cenazeyî wî ji morga nexweşxaneyê wergirtin û ji bo veşartinê şandin bajarê wî Sêrtê.