Li dijî şert û mercên girtîgehê banga hestiyariyê 2021-12-16 10:29:59     İZMİR - Jinên ku bertek nîşanî mirina çar girtiyên nexweş ên jiyana xwe ji dest dan, banga hestiyariyê li raya giştî kirin û bang li Wezîrê Edaletê kirin ku erka xwe bi cih bîne.   Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, giranbûna rewşa girtiyên nexweş, betalkirina înfazên girtiyan û gelek pirsgirêkên din ku li girtîgehan tên jiyîn rojeva sereke vî welatî ne. Li gel bangên ku tên kirin Wezîrê Edaletê bêdengiya xwe xira nake û duh dîsa li girtîgehan du girtiyên din jiyana xwe ji dest dan.  Li Girtîgeha Şakranê ya hejmar 2 a Tîpa T girtiyê nexweş ê rewşa tendirustiya wî giran  Abdulrezzak Şuyur û  girtiyê li Girtîgeha bi Ewlehiya Biland a Amedê Halîl Guneş ê nexweşê giran jî li hucreya xwe mirî hat dîtin. Herwiha Salîh Togrul ê ku di girtîgeha Sêrtê a Tîpa E de mabû ku fel bibû ku ji ber nexweşiya Demansê lê peyda bibû Salîh Togrul jî jiyana xwe ji dest da. Di rojên borî de jî Garîbe Gezer a li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F ya Kandirayê dihat girtin û îşkenceya zayendî lê hatibû kirin  dîsa li hûcreya xwe bi awayê bi gûman mirî hatibû dîtin.   Betekên li hemberî mirina 4 girtiyan di heman hefteyê de berdewam dikin.    'Êdî bes e bila tu kes nemire'   Hevseroka Komeleya Anadolu ya Kesên ku Xizmên Xwe Winda kirine (ANYAKAY -DER) û Dayika Aştiyê Sultan Yagmekan got, "Zarokên me li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Gelo ev tundî ne bes e? Mafên tu kesî yê ku vê zilmê li me bike tune ye.  Xizmên me 10,20 û 30 salî di girtîgehê de dimînin. Em naxwazin tu kes bimire .Em naxwazin ku ciwanên me bimirin. Hemû ketin greva birçîbûnê û nexweş ketin. Wê dewlet heta kengî vê zilmê li me bike?"   'Bêdeng nemînin'   Sultanê bang li xizmên girtiyan û raya giştî jî kir  û got, " Ez bang li gel dikim, hûn çima bêdeng in? Bila êdî bêdeng nemînin û rabin ser piyan .Ger ku rabin ser piyan wê ji bo girtiyan jî xwedîderketinek çêbibe. Divê dewlet bizanibe ku em li ser piyan e û natirsin."   'Girtîgeh bûn cihê mirinê'   Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re ya Egeyê (Ege TUHAY -DER) Nîlgun Guleşer jî bertekên xwe bi van gotinan anîn ziman, " Em her roj bi nûçeyên mirinê re şiyar dibin. Sedema vê şert û mercên girtîgehê ne.  Li girtîgehan tecrîd heye. Girtiyên tu nexweşiya wan tune ye jî di van şert û mercan de nexweş dikevin. Girtiyên nexweşên giran herî zêde zahmetiyan dikişînin û tên îhmalkirin. Wan nabin nexweşxaneyê. Bila girtî bên berdan. Ji bo ku êdî bes kes bimirin ez bang li Wezîrê Edaletê dikim ku erka xwe bi cih bîne."