‘Ji bo mîtînga ‘em nikarin debara xwe bikin' bang 2021-12-16 09:07:37     Derya Ren   AMED - Sekretera Jinan a KESK’e Done Gevher Koyun der barê xebatên mîtînga herêmî ya KESK’ê ku pêk bînin de axivî û got di dema xebatan de bi gelek astengiyan re tên rû hev û ji bo mîtîna ku wê li Amedê pêk bê bang kir.   Li Welat ji ber krîza aborî gel her diçe xizan dibe. Li Meclîsê hevdîtinên butçeya 2022’an didomin û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) bi şîara ‘Em nikarin debara xwe bikin' ji bo jiyanek mirovan e, butçeyek li alî gel û kedê, mil bi mil’ wê mîtîngên herêmê pêk bînin. Di 18’ê Kanûnê de li Amed û Îzmîr, di 19’ê Kanûnê de li Stenbol û Enqereyê wê mîtîng pêk bên.   Ji bo mîtînga li Amedê wê pêk bê, li Riha, Mêrdîn, Colemêrg, Dîlok û gelek bajarên din xebat didomin. Mîtîng wê li Qada Îstasyonê ya Emdê pêk bê. Sekretera Jinan a KESK’e Done Gevher Koyun der barê armanca mîtîngê de axivî û banga tevlîbûna mîtîngê kir.   ‘Em dixwazin gotina xwe bêjin’   Doneyê got her tiştê ku civakê eleqeder dike divê di çarçoveya mutabakata civakî de be û wiha diyar kir: “Butçeya li meclîsê niha tê nirxandin ji aliyê serokomar ve hatiye avakirin û pêşkêşî meclîsê hatiye kirin. Em wek KESK nîqaşên li Meclîsê ji nêz ve dişopînin. Nîqaşên bi pirsgirêk jî tên jiyîn. Dixwazin butçeyeke yek deng li ser serdeste ava bikin. Lê em wek KESK dixwazin gotina xwe bêjin. Em dixwazin şert û mercên cihên xizmetê bên başkirin, qadên cemawerî bên başkirin. Ji ber vê butçe me eleqeder dike.”   ‘Dixwazin dengê me asten bikin’   Doneyê di berdewamiyê de wiha vegot: “Civak piranî pirsgirêka aboriyê ji kûrahî dijîn. Welatî ji şert û mercên jiyanê ya mirovane dur ketine. Ev pirsgirêk tenê aliyekî eleqeder nakin. Yanî ne tenê em, KESK, herkes dibêje ‘em nikarin debara xwe bikin’. Armanca me ya vê mîtîngê heye. em xebatên xwe didomînin. Em diçin serdanên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, kargeriyan. Pirsgirêka hevpar a her kesî krîze.  Zimanê me hemûyan yek e. Ji ber vê wê mîtîngên me jî bi girseyî pêk bên. Di xebatan de em rastî binpêkirinan hatin. Dixazin dengê me neyê bihistin.”   ‘Derd hevpare, şîar hevpar e’    Doneyê balkişand ser xebatên li Colemêrgê û anî ziman ku dema xebatan de her tim polîsan ew şopandine û wiha dirêjî dayê: “Li kargeriyên em çûn jî ev rewş berdewam kir. Dixwazin pêşî li mafê rêxistinbûna me bigirin. Tevî vê tiştên em dijîn, şîar û derdên me hevparin. Em li her derê erênî hatin pêşwazîkirin. Gotin wê hêzê bidin mîtîngê. Em bawerin ku wê hêzek xurt bidin mîtîngê. Em bang li hemû kesî dikin ku tevlî mîtîngê bibin.”