Binpêkirina mafên girtiyan dê li Amedê bê şermezarkirin 2021-12-14 16:42:51   AMED - Neberdana girtiyên nexweş, girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bên şermezarkirin, dê sibê li Amedê daxuyaniyek bê dayîn. Ji bo tevlîbûnê bangewazî hat kirin.    Wê li Amedê, neberdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazê wan temam bûne û nayê berdan û binpêkirinên mafan û tecrîda li girtîgehan bi çalakiyeke girseyî bê şermezarkirin. Çalakî wê bi pêşengiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê saet di 12.00'an de li Parqa Koşûyolû ya Rêzana Amedê bê lidarxistin.