ROJEVA 12'YÊ KANÛNA 2021'Ê 2021-12-12 09:00:00     * M.H ya Efrînê ku neçar ma koç bike, li Stenbolê bi malbata xwe re têkoşîna jiyanê dide. Her wiha tiştên li Efrînê tên jiyîn jî bi fikar dişopîne. M.H da zanîn ku ew niha naxwaze biçe Efrînê û got welatê wan qirêj kirine. BI DÎMEN    *Endama Yekîtiya Parêzeran a herêma Efrînê, Roşîn Hido têkildarî cezayên disîplînê yên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye dayîn wiha got:"Di tevahî qanûnên dewletan de nabe parêzer ji muwekîlên xwe qut bibe. Ne mafê dewletan e ku ceza li Rêber Apo bibirin. Tecrîd li dijî qanûnê ye. Cezayên li dijî Rêber Apo binpêkirina maf e, divê têkoşîn esas bê girtin." DÎMEN HEYE   *Femînîst aktîvîst Ebru Dînçer diyar kir  ku divê şîdeta mêr û dewletê bi giştî bê nirxandin û da zanîn ku bi  gotinên desthilatdariyê û polîtîkayên bêcezahiştinê re dixwazin civakek li dijî şîdetê bêhestiyar bê avakirin. DÎMEN HEYE   *Em ê li ser pêkanîneke ku di 5’ê Kanûnê Roja Mafên Jinan de jin pê re hatin rû hev bisekinin.  Xelata ku gumanbarê şîdetê Îbrahîm Tatlises hêjayî wê hat dîtin ‘Xelata Rumetê ya Seranserê Jiyanê’ … MEDY KRÎTÎK