Sêvê Emo bang li êzidiyan kir ‘Bêdeng nemînin’ 2021-12-11 21:49:43     NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgira Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Sêvê Emo, êrişa pêk hatî şermezar kir û got: “ Her êzidiyek bi xîret û bi namûs divê rabe ser xwe. Divê rabin ser piyan û dest bi çalakiyan bikin. Êdî bes e bêxîretî û bindestî.”   Îro di saetên êvarê de balafirên şer ên Artêşa Tirk avahiya Meclîsa Gel a Xanesora Şengalê bombebaran kir. Li gorî agahiyên dawiyê di dema êrîş pêk hatiye de kes li avahiyê nebûye, ji ber vê ji derveyî zirarên madî zirareke giyanî çênebûye.   Piştî bûyerê girseya gel a li ber avahiyê kombûn bi dirûşman nerazîbûn nîşana êrişê dan û gotin, “Bijî Berxwedana Şengalê” û “Bimre xiyanet”.   Cîgira Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Sêvê Emo li gel xelk û bi taybet jî jinên ku li cihê bûyerê kombûbûn daxuyaniyeke çapemeniyê da. Sêvê Emo diyar kir armanca êrişê tunekirina civaka êzidiye û got: “Weke hûn dibînin balafir dîsa li nava gel xist. Ev cihê ku hate bombebaran kirin Meclîsa Gelê Êzidî bû. Ciheke sivîl medeniyan bû. Me dê sibe li meclîsê xêra şehîd Merwan belavkiriba, lê balafir lêxistin.”   Sêvê li dijî êrîşên bi armanca qirkirina êzîdiyan bang li tevahî êzidiyan kir û got: “Bangawaziya min ji gelê Êzidî re ew e ku rabin ser xwe. Ev dijminê koka êzidiya ne. Her roj êriş dikin ser êzidiyan û li sivîlan dixin. Cihekî êzidiyan bû hedef. Her êzidiyek bi xîret û bi namûs divê rabe ser xwe. Divê rabin ser piyan û dest bi çalakiyan bikin. Êdî bes e bêxîretî û bindestî.”