Balafirên şer li Meclîsa Gel a Xanesorê xistin 2021-12-11 20:37:28     NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Arteşa Tirk li Meclîsa Gel a Xanesorê ya Şengalê xistin.    Li gorî nûçeya Ajansa ROJNEWS’ê balafirên şer ên Arteşa Tirk Meclîsa Gel a Xanesorê ya Şengalê kir hedef. Avahiya meclîsê bi temamî hatiye rûxandin û niha qelebalixeke mezin a gel li cihê bûyerê kom bûne.   Li gorî agahiyan hatin bi destxistin êrîş di derdora saet 19.30’an de pêk hatiye. Lê heya niha nayê zanîn tiştek bi kesê hatiye an na.