Çalakiya li Sêmalka 68 roj in didome 2021-12-11 16:18:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya li Sêmalka 68 roj in didome. Îro endamên meclîsa navçeya Amûdê çalakî dewr girt û gotin: "Heta ku cenazeyên xwe wergirin em ê çalakiya xwe bidomînin."   Çalakiya li Sêmalkayê ji bo wergirtina cenazeyan di roja xwe ya 68’an de bi biryardarî dewam dike. Îro koma Dêrikê çalakî dewrî endamên Meclisa Amûdê kir. Koma Dêrikê pêşwaziya endamên meclisê kir û heta konê çalakiyê li gel dirûşman meşiyan.   Li ser navê şêniyên Amûdê li ber konê çalakiyê endama meclisa navçeyê Şîrîn Dirbaz axivî û got: "Rayedarên PDK'ê dibêjin cenazeyên şehîdan li cem wan nîn in. Em ê her tim li ser şopa şehîdên xwe bin û ji bo wergirtina cenazeyên wan em li vir in. Bila hemû dinya bizane ku kurd êdî ne wekî berê ne. Barzanî bi hevkariya Erdogan cenazeyên şehîdan vedişêre. Em wek Gelê Kurd em ê li vê konê çalakiyê bin û heta ku cenazeyên xwe wergirin em ê çalakiya xwe bidomînin."