Kongra Star ji bo Garîbe Gezer daxuyaniyek da 2021-12-11 15:55:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyon Kongra Star derbarê Garîbe Gezer de daxuyaniyek da û got: "Em bang li saziyên sivîl, rêxistinên mafên mirovan dikin ku derfetê nedin dewleta Tirk ku sûcên xwe veşêre."   Koordînasyona Kongra Star a Rojava têkildarî Garîbe Gezer daxuyaniyek nivîskî weşand û bal kişand ser rewşa girtiyên li Tirkiyeyê.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dewleta Tirk ku girtiya bi navê Garîbe Gezer xwe kuştiye bêyî ku tu detayan têkildarî çawaniya xwekuştina wê di hundirê girtîgehê de eşker bike, gumanên di aliyê hundirîn û derve de têkildarî rewş û sedemên mirinê de, çêdike. Ev hemû jî binpêkirina mafên mirovan nîşan dide.  Hemû bûyerên xeter ku di hundirê girtîgehên dewleta Tirk de çêdibin ji îşkencekirin, destdirêjî kuştina ku dewleta Tirk navê xwekuştinê lê dike ev hemû reva ji doze ye û veşartina rastiyê ye. Girtiya bi navê Garîbe Gezer di demeke berê de ji xwişka xwe re gotibû, ew di girtîgehekê de ye, cilên wê li pêşiya nobedaran jê hatin dayîn, lêdan xwariye û nehatiye dermankirin.   Em siyaseta binpêkirin û tirsê ya ku li dijî girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de têne kirin şermezar dikin. Binpêkirinên di girtîgehên hikûmeta AKP`ê de bi awayekî sîstematîk û li pêşiya çavên rêxistinên mirovahiyê ku çavên xwe ji sûcên derexlaqî digrin, têne kirin.   Em bang li saziyên sivîl, rêxistinên mafên mirovan dikin ku derfetê nedin dewleta Tirk ku sûcên xwe veşêre û destwerdanê bike da ku tundî û îşkencekirina li ser girtiyan bidawî bike her wiha erka xwe li hember wan pêk bîne.   Em ê têkoşîna xwe ji bo jinan bidomînin nexasim jinên di girtîgehan de."