HDP’ê li Silopiyê 4’emîn kongreya xwe ya asayî pêk anî 2021-12-11 15:24:47   ŞIRNEX - HDP’ê li Silopiyê 4’emîn kongreya xwe ya asayî pêk anî.   Rêxistiya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) a navçeya Silopiya Şirnexê, bi dirûşmeya “Dem dema azadiyê ye” li Parka Ahmet Kaya 4’emîn kongreya xwe ya asayî pêk anî. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û sedan kes bi kincên xwe yên gelerî tevlî kongreyê bûn. Li parka ku kongre pêk hat de pankartên “Bi rêxistin bibin û azad bibin” û “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser kevin" hatin qaliqandin.   Kongreya ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, bi axaftinan berdewam kir. Piştî axaftinan, hilbijartina ku hat kirin de Asûman Kulter û Yakûp Taniş hevserokên nû yên navçeyê hatin hilbijartin.   Kongre, bi gerandina govend û berzkirina dirûşmeyan ve bi dawî bû.