Cizîrî serdegirtina avahiya HDP'ê şermezar kir 2021-12-11 13:49:51   ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê, têkildarî serdegirtina avahiya partiya xwe daxuyaniyek da û çalakiya rûniştinê li dar xist. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku dê ligel zextan her tim bêjin azadî û demokrasî.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan a (HDP) a Cizîra Şirnexê, têkildarî serdegirtina partiya xwe de li ber avahiya xwe daxuyaniyek da. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên Dayika Taybet, Pakîze Nayir, Sêvê Demîr, Fatma Ûyar,  Asya Yuksel, Mehmet Tunç û Roboskiyê yên ku hatin qetilkirin bi kêr hatin dirandin, hatin rakirin. Daxuyanî ji hêla hevserokê HDP’ê yê Cizîrê Mesut Nart ve hat xwendin.    Mesût, anî ziman ku vê serê sibehê bêhiqûqî û nehiqûqî hatiye jiyîn û wiha got: “ Derî û paceyên partiya me hatin şikandin. Dest danîn ser gelek materyalên me. Hevserokê mey ê MEBYA-Der’ê jî navê de gelek endamên me hatin binçavkirin.”   ‘Em ê hertim bêjim azadî û demokrasî’   Mesût, dazanîn ku îqtîdara AKP-MHP’ê bi polîtîqayên xwe dixwaze serî li Gelê Kurd bide tewandi û wiha domand: “Her ku diçe ev rewş kûrtir dibe. Li dijî van polîtîqayan wekî her carê niha jî berxwedanek mezin dide nîşandan. Em wek HDP hertim dibêjin azadî, aştî û demokrastî. Hevalên me yên ku kirine binçavan bila demildest berdin.”   'Em ji li vir naçin tu cihê'   Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Sabahattîn Denîz jî detnîşan kir ku di pêvajoya doza girtina HDP’ê de ev êrîşên ku tên kirin netesadûfin û wiha pêlda axaftina xwe: “Lê belê li hember van êrîşan me tu carî serî netewand û em ê netewînin jî. Çawa ku me AP, DYP û DSP’ê çand sergoyan, em ê AKP û MHP’ê jî bişînin. Îktîdara AKP’ê di hêla aborî û siyasî de hilweşiyaye. Di serdegirtina partiya me de wêneyên hevalên me dirandine. Ew qas ditirsin ku wêneyên me didirînin. Heta kesek jî hebe dê deriyê partiya me tim vekirî be. Em li vir in û naçin tu cihê.”   Daxuyanî, bi dirûşmeyên “HDP gel e, gel li vir e” û bi çalakiya rûniştinê ve bi dawî bû.