Platforma Jinan a Wanê: Bila Aysel Tugluk serbest bê bedan 2021-12-11 12:06:07   WAN - Platforma Jinan a Wanê, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û daxwaza serbestberdana Aysel Tugluk kir.    Platforma Jinan a Wanê, li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal bal kişand ser rewşa parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Aysel Tugluk.    Peyama platformê wiha ye: "Aysel Tugluk ji sala 2016'an vir ve girti ye. Demên dawiyê jî rewşa wê ya tenduristiyê xirab bûye. Îqtîdar tolê ji Ayselê digire. Bi taybetî li hemberî siyasetmedarên kurd zilmê dike. Li hemberî girtiyên nexweş hiqûqeke dijminatiyê dide meşandin. Bi pêşnûmeyên taybet kujer, kesên destdirêjî û şîdetê pêk tîne, tahliye dike. Lê belê mayîna girtiyên siyasî yên nexweş jî ne wijdanî ye. Mafê jiyana wan tê îhlalkirin. Divê li gorî Rêgezên Standartên Neteweyên Yekbûyî (NY) û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (AHÎM) girtiyên nexweş serbest bên berdan."