11’ê Kanûna 1983'yan: 50 hezar jinî li santrala nukleerê çalakî li dar xistin 2021-12-11 09:42:04   Di sala 1983’yan de bi banga aktîvîstên Kampa Jinên Aştîyê ya Greenham Commonê 50 hezar jinan ji bo moşekên seyrê ku  hanîbûn istasyona hêzên hewayî protesto bikin çûn santrala nukleerê. Ev çalakiya kampê heya sala 2000'î berdewam kir.    Di dîrokê de hinek bûyerên ku îro qewimîbûn ev in:   1865: Nivîskar û parêzvava mafê jinan Helga Frîdeborg ( Frîda) Marîa Steenhoof li Stockholmê ya paytexta Swêdê hate dinê. Xebata yekem a Firîdayê nivîsa wê ya şanoyê ya di 1887'an de ye. Firîdayê di lîstikên xwe de li ser maf û azadîya jinê hûr dibû loma ev kiryara wê ji alîyê gelek kesan ve dibû warê rexne û pesindayînê. Frîda Sazîya Reformên Zayendî ava kir. Hemû jiyana xwe li dijî fikrên faşizm a li hemberê jinan buhurand. Frîda di 22'yê Tebaxa sala 1945’an de li Stockholmê jiyana xwe ji dest da.    2005: Piştdayîna Jinên Namzet û Sazîya Perwerdeyê (KA-DER), bi 18 serokên şaredarîyan re li Hatayê hatin ba hev. Dirûşma civînê jî ev bû: “Divê li Tirkîyeyê jin bibin serokê şaredarîyan”   2005: Dîroka Şîlîyê de yekem car jinek di hilbijartina serokkomarîyê de ma dora 2’yemîn. Ji hilbêjêran ji sedî 46’an piştgirî dan namzeta sosyalîst Mîchelle Bachelet. Bavê Mîchelle Bachelet, ji alîyê generalê faşist Augusto Pînochet ve hatibû qetilkirin.    2018: Şaxa RJAK'ê  ya Silêmanîyê,  li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji bo piştgirîya Parlementera HDP’ê Leyla Guven çalakîya birçibûnê dest pê kirin.   2019: Şaxa Buroya Rêxistinkirinê ya Nûnertiya Partîya Pêşerojê ya Sûrî ya Helebê, bi armanca balê bikêşe ser tundîya li ser jinê li Taxa Şêxmeqsûdê bi navê “ Vîna me ji tundîyê bi hêztir e” pêşangeha wêneyan vekir.