'Yekane sedema komîsyonên sulhê ew e ku şîdet li malê veşarî bimîne' 2021-12-11 09:08:10   ENQERE - Dr. Gul Erdost da zanîn ku sedema avakirina komîsyonên sulh ên tên xwestin li herêman bên avkairin, ev e ku şîdet di nav malê de bimîne û got:"Ji ber dixwazin serê şîdetê veşêrin, kes nebîne, di nav malê de bimîne û hegomonya mêr bidome dixwazin pergalek wisa ava bikin."   Peymana Stenbolê di şeva 20’ê Adarê de bi biryarnameya serokomariyê hat feskirin û li ser vê saziyên jinan, partiyên siyasî, parêzeran serî li Dadgeha Bilind dan ku biryar bê rawestin. Dadgeha Bilind di 18’ê Mijdarê de serlêdan red kir û got biryara serokomariyê li gorî destûra bingehîn e. Endama Koalîsyonan Jinan Bijîşk Gul Erdost ku li ser wekheviya zayenda civakî xebatan dimeşîne der barê polîtîkayên desthilatdariyê yên li hember jinan de axivî.   ‘Newekheviya zayendî ji aliyê civakan ve tê afirandin’   Gul da zanîn ku newekheviya zayendî ji welîdînê nayê û newekheviya zayendî ji aliyê civakan ve tên avakirin û li gorî cihan diguhere. Gul wiha vegot:"Newekheviya zayendî ji mêran re hinekî newekheviyê bîne jî bi giştî têgeheke ku dibe sedema ku jin şîdetê bibîne. Îro em dinêrin desthilatdarî têgeha newekheviya zayenda civakî qedexe dike. Dibêjin ‘jin û mêr ne wek hev in di fitratê de tune ye’. Dema wekhevî tê gotin wek hemanbûnê fêm dikin. Lê em behsa hemanheviyê nakin. Em behsa peymanên gerdûnî û xwegîhandina mafan esas digirin. Em behsa bikaranînên wekhev dikin. Lê ev li xweşa desthilatdariyê naçe."   ‘Desthilatdariyê vekişîn tercîh kir’   Gulê di berdewamiyê de destnîşan kir ku peyman ji Meclîsê hatiye derbaskirin û ketiye meriyetê û berteka xwe ya li hember rakirina wê da: “Lê bi biryara yek kesî di şevekê de hat rakirin. Di bin navê biryarnameyên serkomariyê de rewşeke ku destûra bingehîn binpê kir hat jiyîn. Peymana Stenbolê li ser wekheviya zayenda civakî disekine û berpirsiyariyên dide hikûmetê hene. Peyman, xwedî berpirsyariyên parastin, pêşîgirtin, cezakirin û vekirina saziyan û derxistina qanûnan e. Bêguman dema Peymana Stenbolê hebû ev yek nehatin cih û di raporên GREVÎO de jî hat diyarkirin ku ev yek nehatine kirin. Dema Peymana Stenbolê di meriyetê de bû ne tedbîrên parastinê hatin girtin ne jî saziyên pêwist hatin vekirin. Wan vekişîna ji peymanê tercîh kir.”   ‘Musa Orhan ji aliyê darazê ve hat parastin’   Gulê bi lêv kir ku yek ji sedema din a kûrbûna newekheviya zayenda civakî, daraz der barê ‘kesên unîformayî’ de polîtîkaya bêcezabûnê pêk tîne û bal kişand ser doza Îpek Er a ji aliyê Musa Orhan ve hat tecawizkirin û piştre întîxar kiriye: “Îpek Er piştî tecawizê întîxar kir. Em tevgera jinan ji nêz ve doza wê dişopînin. Musa Orhan ji aliyê darazê ve hat parastin. Di demên dawî de di kuştinên jinan de bi hincetên wekî ‘ez poşman im, bi zora min çû’ mêr tên xurtkirin.  Di doza Musa Orhan de me dît ku li vî welatî dozger û dadger tune ne, ji hinek deran talîmat tên û wisa biryar tên dayîn. Di tabloyeke bê hiqûq de windabûna caneke ciwan nayê qebûlkirin.”   ‘Komîsyon dixwaze şîdet di nav malê de bimîne’   Gulê bal kişand ser 5’emîn pakêta darazê ya di rojên borî de ji meclîsê derbas bûye û got di xala pakêtê de avakirina komîsyonên sulh tên vegotin û wê ji diyanetê hinek tayînê komîsyonê bên kirin û wiha dirêjî dayê: “Avakirina van komîsyonan hedef dike ku şîdet di nav malê de bimîne. Wezaretên ji aliyê desthilatdariyê ve tên avakirin bi têgeha ‘malbata pîroz’ tên. Terciha wan ev e ku jin di ‘malbata pîroz’ de bimînin. Ev hewldan hemû ji bo ku civak ji zanistê dûr li ser ol bên birêvebirin, tên kirin.”   ‘Jin vedigerin hawira şîdetê’   Gulê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku Komîsyona Lêkolîna Şîdeta li hember Jinê a Meclîsê dibêje stargehên jinan baş in û têr dikin û wiha dawî lê anî: “Li şûna stargeh tên zêdekirin bila navendên şêwirmendiya jinan bên zêdekirin. Çiqas navend hebin wê jin evqas xwe biparêzin û bibin xwedî hişmend. Ji bo hişmendiya zayenda civakî bê avakirin divê navend bên zêdekirin. Ger ev zêde bibin hewce bi stargehan namîne. Lê ji ber ev tune ne, hejmara stargehan jî têr nake. Şaredariyên ku serjimara wan di ser  sed hezarî de ne neçar in stargehê vekin. Lê yên vê pêk tînin tune ye. Kes jî napirse ku çima venakin. Divê li her derê hebin, divê derfetên kar bên avakirin, hewcedaweriyên wan bên cih ku jin venegerin cihê şîdetê. Lê jin piştî ji stargehan dertên vedigerin hawira şîdetê.”