Cenazeyê Garîbeyê ber bi Kerboranê ve bi rê ket 2021-12-10 18:35:36       MÊRDÎN - Cenazeyê Garîbe Gezer a bi awayek guman li Girtîgeha Kandirayê jiyana xwe ji dest da li balafirgeha Mêrdînê hat girtin û ber bi Kerboranê ve bi rê ket.    Cenazeyê Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da ji Balafirgeha Stenbolê ber bi bajarê wê Kerbora Mêrdînê ve hat birêkirin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek kes beşdarî merasîma şandina cenaze bûn. Cenaze radestî balafira kargoyê hat kirin. Pişt re Parlamenterên HDP’ê û rêveberên sazî û dezgehan xwestin li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Arnavûtkoyê daxuyanî bidin. Polîsan destûr neda ku daxuyanî were dayîn.    Beriya cenaze bê Mêrdînê dayika Garîbeyê, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamentera HDP‘ê ya Amedê Dêrsim Dag, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevserokên HDP‘ê yên Amedê, endam û rêveberên DBP û HDP‘ê endamên MEBYA-DER‘ê li balafirgeha Mêrdînê kom bûn.    Cenaze bi wesayîta Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin bihata birin, lê polîsan pêşiya wesayîtê birî. Polîsên ku wesayîta cenaze dan sekinandin, bi ajovan re axivîn. Piştî axaftinê wesayît cenaze hilnegirt û vegeriya. Polîsan ji malbatê re got, "Bi derfetên xwe bibin." Malbat bertek nîşanî rewşê dan û gotin “Hewcebe dê li ser milan cenazeyê xwe heta Kerboranê bibin”. Piştre malbatê wesayîteke cenazeyan a taybet kirê kir.    Cenaze bi konveyekê ber bi navenda Kerboranê ve bi rê ket. Dê cenazeyê Garîbe Gezerê li cem gora birayê wê Bîlal Gezerê di çalakiyên 6-8'ê cotmehê yên Kobanê de jiyana xwe ji dest da bê definkirin.