Jinan bi girseyî serdana Nobeta Edaletê ya Amedê kirin 2021-12-10 16:00:29     AMED - Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan ku li Baroya Amedê dest pê kiribûn di roja 25’emîn de berdewam dike. Jin û dayikên herêmê serdana xizmên girtiyan kirin û peyama têkoşîn û berxwedanê dan.   Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin, di roja 25’emîn de berdewam dike. Îro jî di serdanê de Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk Salîha Aydenîz, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Însîyatîfa Dayikên Aştiyê yên Amed, Êlih, Sêrt, Mêrdîn û Bêdlîsê, rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê navend û navçeyên Amed, Sêrtê, Êlih, Mêrdîn û Bêtlîs,  MED TUHAD-FED, TUAY-DER, Meclîsa Ciwanan a HDP, Hiqûqnasên ji bo Azadiyê(OHD) û Tora Ziman û Çanda Kurdî beşdar bûn.   Girseyê gelek caran dirûşma “ Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên sîyasî rûmeta me ye” berz kirin.   ‘Li girtîgehan hîqûqeq dijminane tê meşandin’   Di destpêkê de Hevseroka Bajar a HDP’yê ya Amedê axivî û diyar kir ku edalet ji bo her kesî pêwist e û wiha axivî: “Îro 10 'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ye lê binpêkirina mafên mirovan duh xwe dîsa da nîşandan. Garîbe Gezer duh bi şev li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa F'yê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da. Di demên dawî de li girtîgehan hiqûqeke dijminane tê meşandin. Her wiha dayikên bu bi rojan in ji ber bêdaletiyê û bêhiqûqiyê ku li girtigehan tê jiyîn di nobetê de ne. Em jî bi vê minasebetê îro li vir in.”   ‘Em ê li hemberî vê zilmê serî netewînin’   Li ser navê TJA’yê aktîvîsta TJA’yê Şukran Çelebî axivî û nobeta xizmên girtiyan silav kir. Şukranê destnîşan kir ku ew ê li dijî bêhiqûqî û bêedaletiyê têbikoşin. Şukran, wiha axivî: "Daxwazên dayikan daxwazên me ne. Em ê li dijî vê bêhiqûqiyê û helwesta dijminane ya li hemberî gelê xwe têbikoşin. Li Tirkiyeyê li girtîgehan girtîgeh tênê hiştin û cezayê muebbetê li girtiyan tê birîn. Em wek TJA, wek dayikan û wek jinên têkoşer li hemberî vê zilmê serî natewînin û em ê tu carî serî netewînin. Em dibêjin bi rêya aştî, hiqûq û demokrasiyê jiyanek wekhev daxwaz dikin lê belê ew li hemberî van daxwazên me bi zindanan û bi zordestiyê bersivê didin.”   ‘Têkçûyîna rejîma wan jî wê bi têkoşîna dayik û jinan be’   Di berdewamiyê de Salîha Aydenîz jî axivî û destnîşan kir ku Tirkiye ji bo veşartina pirsgirêkên xwe zilm û zordestiya li dijî kurdan ji xwe re wek rêbazekê daye pêşiya xwe. Salîha, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dayikên me bi salan e ji bo ku mafên mirovan neyê binpêkirin û ji bo aştiyek bi rûmet têdikoşin. Ji ber ku îro li Tirkiyeyê edalet nemaye. Wekî ku Emîne Şenyaşar li ber edliyeya Rihayê gotibû edalet di binê erdê de ye, îro dayikên me ji bo lêgerina edaletê têdikoşin. Qarneya Tirkiyeyê di hêla mafên mirovahiyê de lawaz e. Îro ya herî zêde mafên mirovahiyê binpê dike Tirkiye ye. Tirkiye herî zêde bi zilm û zordestî û bi çûyîna darazê dixwaze xwe li ser piyan bihêle. Ji ber vê yekê jî herî zêde li ser girtîgehan zilm û zordestiya xwe dimeşîne. Lê yê ku plana çokdanînê dabûn pêşiya xwe îro çok danîne û wê têk biçin. Têkçûyîna rejîma wan jî wê bi têkoşîna dayik û jinan be.”