Di Hefteya Mafê Mirovan de peyama 'Bila zilma li girtîgehan bi dawî bibe' 2021-12-10 15:56:20     NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê Hefteya Mafê Mirovan de li gelek navendan daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de bal kişandin ser mirina bi guman a Garîbe Gezer û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan.    Di 2'yemîn Şerê Cîhanê ya navbera 1939-1945’an de hat jiyîn de ji 60 mîlyonî zêdetir kesî jiyana xwe ji dest da bi mîlyonan kes birîndar bûn. Piştî şer  dewlet ji bo maf û azadiyên kesan bikevin bin ewlehiyê bûn yek. Sê sal piştî şer ji bo parastina mafên gelên sivîl Danezana Gerdunî ya Mafê Mirovan hat qebûlkirin. Danezaran di hezîrana 1948’an de ji aliyê Komîsyona Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ve hat amade kirin û di 10’ê kanûna 1948’an de li Parîsê hat qebûl kirin. Gelek welatên ku îmze avêtin danezarê li seranserê cîhanê her sal 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê qebûl dike.    Derbarê rojê de rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî li gelek navendan têkildarî Hefteya Mafê Mirovan daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayîn. Di daxuyaniyan de bal kişandin ser mafê mirovan ên bingehîn û bang hat kirin ku li dijî îşkence û muameleya xerab têkoşîn bê kirin.    Amed    Li Amedê jî Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, Nûnertiya TÎHV’ê ya Amedê, Baroya Amedê û rêxistinên sivîl ên din bi boneya rojê li Parka Koşuyoluyê li ber Peykerê Mafê Mirovan daxuyanî dan çapemeniyê.    Stenbol    Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê di çarçoveya 10’ê Kanûna Pêşîn Roja Mafê Mirovan de li Meydana Sultan Ahmet daxuyanî dan û pankarta “Ji bo her kesî mafê mirovan” hat vekirin û dovîza “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hat hildan. Seroka Şaxa ÎHD’ê Gulseren Yolerî û Nûnera TÎHV’ê ya Stenbolê Umît Efe di daxuyaniyê de axivîn û diyar kirin ku ew dixwazin zilma li girtîgehan û îşkence bi dawî bibe û girtiyên nexweş werin berdan.     Riha   Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê û ÎHD’a Rihayê jî li Meydana Topçu daxuyanî dan û di daxuyaniyê de hatgotin bi awayek cidî mafê mirovan tê binpêkirin.    Semsûr   Li Semsûrê jî Şaxa ÎHD’ê bi wesîleya rojê li Parka Demokrasiyê daxuyanî da û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdar bûn.    Êlih   Şaxa ÎHD’a Êlihê jî bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li ber Parka Yilmaz Guney daxuyanî da. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Êlihê Devran Yildiz axivî.  Her wiha Baroya Êlihê jî li ber avahiya xwe daxuyaniyek da û bal kişand ser îhlalkirina mafên mirovan.    Îzmîr   Rêxistinên mafê mirovan û sivîl ên li Îzmîrê jî bi minasebeta rojê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî li Alsancaka Îzmîrê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser rewşa girtîgehan û binpêkirinên mafan ên diqewimin.    Edene    Baroya Edeneyê jî bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li ber avahiya xwe daxuyanî da û li vir jî hat destnîşankirin ku mafê mirovan li Tirkiyê tê binpêkirin. Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê jî bi rasthatina rojê li Parka Înonuyê daxuyanî da û li vir jî di daxuyaniyê de bal kişandin ser mirina bi guman a Garîbe Gezer û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û îşkenceya tê kirin.    Hatay   Şaxa ÎHD’êya Îskenderûnê jî li Bazara Bît a kevn daxuyanî da û destnîşan kir ku Tirkiye berpirsiyariya xwe ya di pyemanên navnetewî de bicih nayen.    Mêrsîn   Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê jî li Parka Zarokên Azad daxuyanî da û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdar bûn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin divê ji bo binpêkirinên mafan biqedin demokrasî li pêş bikeve. Piştî daxuyaniyê ji girtiyan re name hat şandin.