Bîranîna 10'ê Cotmehê: Em ê li 81 bajarî bigerin û têkoşînê bidomînin 2021-12-10 14:23:12   ENQERE - Seroka Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê  Mehtap Sakinci Coşgun di 74'emîn meha Komkujiya Enqereyê de wiha got:"Em ê li 81 bajarî bigerin û têkoşînê bidomînin."   Li Gara Enqereyê ku Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê lê pêk hat, çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin. Komkujiyê meha xwe ya 74’emîn li pişt xwe hişt. Xizmên kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin, kesên di komkujiyê de birîndar bûn û rayedarên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) tevlî bîranînê bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyan saet di 10.04’an de dest pê kir.    Seroka Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgûn, diyar kir ku wê mirovên di 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane bi awayên cuda bi bîr bînin û wiha got: “Di salvegera 6’êmîn a komkujiyê de em zilma li me tê kirin û mudaxileya polîsan ji bîr nakin.”   Dê çalakî bidomin   Mehtapê, bi lêv kir ku wê bi çalakiyên cur bi cur Komkujiya Enqereyê nedin jibîrkirin û wiha berdewam kir: “10’ê Cotmehê komkujiyeke. Ji bo ku em girîngiya wê bidin nîşandan bajar bi bajar digerin. Em çûn Çanakkaleyê, Meletiyê. Em ê îro jî biçin Stenbolê. Em ê bi hêzên demokrasiyê re werin gel hev. Pêşengeha me ya çivîkan, ya wêneyan heye dîsa em ê bi çalakiyên li eywanan 10’ê Cotmehê bi bîr bînin.”   'Em ê li 81 bajarî bigerin û têkoşînê bidomînin'   Mehtapê, diyar kir ku wê li her qada diçinê wê têkoşîna xwe bênavber bidomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê 81 bajaran bigerin û pêvajoya 10’ê Cotmehê bidin jiyîn. Heta ku edalet neyê em ê dest ji têkoşîna xwe bernadin. Pergal çi li me bike bila bike wê ev têkoşîn tu caran bi dawî nebe.”   Mehtapê, bi lêv kir ku wê her 10’ê mehê li pêş Gara Enqereyê bibin. Bîranîn, bi berzkirina dirûşma “10’ê Cotmehê ji bîr neke nede ji bîr kirin” bi dawî bû.