Ji bo Garîbe Gezer daxuyanî: Em ê ji hemûyan hesap bipirsin! 2021-12-10 13:47:04     WAN - Daxuyaniya ku derbarê mirina bi gûman a Garîbe Gezer ku li girtîgehê dima de hat dayîn Seroka Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Wanê parêzer Jiyan Ozkaplan got, "Heta ku heqîqet derkeve holê, kujer bên darizandin, cezayê herî giran li wan bê birin û edalet bê bichanîn ; em li vir in û em ê hesap ji hemûyan bipirsin."   Komeleya Jinan a Starê û Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Wanê, derbarê mirina bi gûman a Garîbe Gezer ya li girtîgeha Kandrayê dima ku tecawizî wê jî hatibû kirin de daxuyanî dan . Daxuyaniya ku li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê hat dayîn Meclisa Platforma Şaxan a Wanê ya Konfederasayona Kedkarên Cemaweriyê (KESK) , Tevgera Jinên Azad (TJA), Komîsyona Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê, Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclisa Jinan a Wanê tevli bûn.   22 roj cezayê hucreyê dabûnê   Parêzer Jiyan Ozkaplan ku di daxuyaniyê da axivî got ku Garîbe daxwazkiriye wê bişînin hucreya 3 kes lê ne, lê bi biryara rêveberiya girtîgehê di hucreya yek kesî de hatiye  girtin. Jiyan wiha berdewam kir, "Dema ku ew birine hucreya yek kesî Garîbe ev rewş şermezar kiriye. Rêveberiya girtîgehê bi hinceta ku rewş şermezar kiriye ew nîvtazî û bi kaşkirina bi erdê re ew birine odeya bi sunger ku îşkencexane ye." Jiyan  bi bîr xist ku li Girtîgeha Kandirayê tundiya psîkolojîk û ya fizîkê hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Garîbe ji ber ku ev rewş ji parêzer û malbata xwe re vegotiye careke din rêvberiya girtîgehê ceza lê birî ye.  Garîbe ya ku li ser hev cezayê dîsîplînê lê hatin birîn girtine hucreyê. Piştî vê Garîbe tişta hatiye serê wê bi nameyekê jî ji derve re şandiye xwestiye ku tişta hatiye serê wê raya giştî jî bibihîze. Lê mixabin duh kesek ji rêveberiya girtîgehê ji malbata Garîbeyê re radigihîne ku întîhar kiriye. Garîbe di 9'ê Kanûnê roja pêncşemê li hucera ku lê hatibû cezakirin mirî hatiye dîtin."   Jiyanê anî ziman ku kar û barê Garîbe yê otopsiyê jî ji parêzerên wê hatiye veşartin û got, "Parêzerên wê di dema otopsiyê de xwestine ew jî cih bigirin lê dozgerî bêyî ku li bendî parêzeran bimîne bi lez û bez kar û barê otopsîkirinê qeddandiye û bi vê helwesta xwe nehiştiye ku rastî derkevin holê. Rêveberiya girtîgehê û dozgerî  bi bêdengmayîna xwe ya li hemberî bûyerê nîşandidin ku ew hevkarên vî sûcê hatiye kirinin."    'Em ê hesap biprsin'   Jiyan diiyar kir ku divê derbarê kesên berpirs de lêpirsîn bê destpêkirin û got, "Li girtîgehê Garîbe Gezer li derve jî Denîz Poyraz. Divê deng biçe kesên ku gelek jin bi vî awayî qetilkriine, heta ku heqîqet derkeve holê û kujer cezayê herî giran li wan bê birîn û edalet bê bichanîn; em li vir in û em ê hesap ji wan biprsin. Divê her kes bizanibe ku wê rûmeta mirovahiyê dawî li îşkenceyê bîne."