'Em ne di şînê di serhildanê de ne' 2021-12-10 13:24:43     MÊRDÎN - HDP, DBP û TJA'yîyan têkildarî mirina bi guman a Garîbe Gezer daxuyanî dan û gotin em ne di şînê di serhildanê de ne.    Girtî Garîbe Gezer ku di Girtîgeha Kandirayê ya Jimare 1 a Tîpa F'yê de dima bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Rêvebiriya girtîgehê xeber da malbatê û îdia kir ku Garibe xwe kuştiye. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî mirina bi guman a Garîbe Gezer li ber deriyê avahiya HDP'ê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP'ê ya navendê Perîhan Agaoglu axivî û berdevka TJA yê Eylem Amak jî metna daxuyaniyê xwend.    'Garîbe hat qetilkirin'   Perîhanê da zanîn ku Garîbe Gezer rûyê qirêj yê hikumetê îfşa kir û sedema zilma li ser dihat kirin ev bû. Perihanê got em li doza Garîbe xwedî derkevin wiha diyar kir: "Ev demeke Garîbe bi binpêkirinên mafan, tacîz û tundiya li ser tê meşandin di rojevê de ye. Garîbe ruxmê hemû tundiyan bi vînek mezin li ser lingan bû. Lewra ev mirin ne întîhar e. Garibe hat qetilkirin."   'Em ne di şînê de di serhildanê de ne'   Eylemê di destpêka axaftina xwe de diyarkir ku Garîbe herî dawî dema bi malbata xwe re axiviye ragihandibû ku rewşa wê baş e. Lê îro ne di navbera me de ye. Eylemê wiha berdewam kir: "Garîbe li hember zilmê li ber xwe da û di encamê de jî rastî îstismar û tundiya gardiyanan hat. Herî dawî jî xebera mirinê ragihandin. Em baş dizanin Garîbe întixar nekir hat qetilkirin. Gelek rêhevalên me jî di heman şert û mercan de di girtîgehan de tên girtin. Divê berpirsyarên vê derkevin holê. Heya ku hûn hesap nedin jî em ê di serhildanê de bin. Li gel me ne şîn serhildan e."    Daxuyanî bi dirûşma "Şehîd Namirin" re bi dawî bû.