'Zimanê me kurdan kurdî ye, welatê kurdan Kurdistan e' 2021-12-10 12:11:17     AMED - Platforma Zimanê Kurdî di daxuyaniya da de diyar kir ku Platforma Zimanê Kurdî xwedî li birêz Nusrettîn Maçîn û Ayşe Surucu derdikeve û mafê wan ku fikir û ramanên xwe bi azadî bînin ziman diparêze û got:"Zimanê me kurdan kurdî ye, welatê kurdan Kurdistan e."   Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu li Desteya Giştî ya Meclîsê di hevdîtinên budçeya saziyên girêdayî Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Wezareta Karên Navxweyî de ku dihatin kirin de bi kurdî axivî. Di kêliya ku Ayşeyê bi kurdî axivî de Serokatiya Meclîsê mîkrofona wê girt û axaftina bi kurdî asteng kir. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Nusrettîn Maçîn jî ji ber ku têgeha Kurdistan anî ziman ceza lê hat birîn.    Bertekên li dijî astengkirina axaftina kurdî û têgeha Kurdistan berdewam dikin. Platforma Zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî belav kir û nerazîbûn nîşanî astengkirina zimanê kurdî da.    Em Vê Helwestê Qebûl Nakin!   Roja 8'ê meha 12'an li parlamentoya Tirkiyeyê budçeya salane dihate nîqaşkirin. Di vê navê re parlamenterê HDP ê birêz Nusrettîn Maçîn têgeha Kurdistan bi kar anî. Ji ber bikaranîna têgeha Kurdistan ceza li birêz Nusrettîn Maçîn hat birîn. Dîsa di heman rûniştinê de Parlamentera HDP Ayşe Surucu xwestibû ku di nava axaftina xwe de çend gotinan bi kurdî jî bibêje. Lê Serokê parlamentoya Tirkiyeyê mikrofona birêz Ayşe Surucu qut kir. Dengê parlamentera kurd hate birîn.   Platforma Zimanê Kurdî van herdu bûyerana şermezar dike û mafê azadiya fikrî diparêze!   Ev herdu bûyer zelal nîşan didin ku welatê kurdan û zimanê kurdî hîna jî di parlamentoya Tirkiyeyê de nehatiyê serifandin. Nehatiye qebûlkirin. Nehatiye famkirin. Hîna zimanê kurdan û welatê wan weke ku di rastiya civaka kurdan de heye nayê pejirandin. Heke bi rastî wê pirsa kurdan li parlamentoya Tirkiyeyê were çareserkirin- weke ku hinek alî dibêjin- ma wê çareser kirin di înkarkirina zimanê kurdî û têgeha Kurdistanê re derbas bibe? Ma wê ev ji bona kurdan çawa çareserî be gelo? Heke hûn ziman û navê welatê me qebûl nekin, hûn ê çiyê kurdan qebûl bikin? Heke parlamenterên kurdan li parlamentoya Tirkîyeyê nikaribin bi zimanê xwe biaxivin, heke parlamenterên kurdan nikaribin fikir û ramanên xwe bi azadî bînin ziman, ma bila ji siyaseta we ya çewt re tenê destê xwe bilind bikin?   Ew ên ku vê helwestê dipejirînin û bêdeng dimînin em şermezar dikin! Ev yeka hanê ji aliyê kurdan ve tu caran nayên qebûlkirin!   Platforma Zimanê Kurdî xwedî li birêz Nusrettîn Maçîn û Ayşe Surucu derdikeve û mafê wan ku fikir û ramanên xwe bi azadî bînin ziman diparêze. Zimanê me kurdan kurdî ye, bi milyonan kurd bi vî zimanî diaxivin û welatê wan jî Kurdistan e! Birêz Nusrettîn Maçîn û Ayşe Surucu ne tenê ne, bi milyonan kurd piştgirtiya wan dikin!    Platforma Zimanê Kurdî."