Cenazeyê Garîbe Gezer bi dirûşma 'Şehîd namirin' hat wergirtin 2021-12-10 11:51:27   STENBOL - Jinan cenazeyê Garîbe Gezer a bi awayek guman li girtîgehê jiyana xwe ji dest da ji morgê bi dirûşma "Şehîd namirin" wergirtin.    Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê ya Jimara 1’an a Tîpa F girtîbû bi îşkenceyek sîstematîk û destdirêjiyê re rûbirû mabû. Garîbe duh bi awayek guman li hucreya lê dihat ragirtin jiyana xwe ji dest da.    Jinan cenazeyê Garîbe Gezer ji Nexweşxaneya Dewletê ya Kocaeliyê wergirtin. Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Komeleya Malbatên Girtiyan û rêveberên HDP’ê û gelek rêxistinên jinan çûn ber nexweşxaneyê û ji morgê. Jinan dirûşma “Şehîd namirin” cenaze wergirtin.   Polîsan ji jinan re got "şehîda çi, şehîd mehîd tune ye" û xwest mudaxileyî jinan bike. Lê belê jinan li wan guhdar nekir û heta ber deriyê nexweşxaneyê dirûşm berz kirin û cenaze birin Balafirgeha Stenbolê.    Cenaze wê îro li navçeya Kerborana Mêrdînê were veşartin.