Jin ji bo cenazeyê Garîbeyê bigirin li ber ATK'ê radiwestin 2021-12-10 09:54:51   STENBOL - Parêzerên Garîbe Gezer a bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da û gelek kes ji bo ku cenazeyê wê bigirin li ber ATK'a Kocaeliyê radiwestin.    Garîbe Gezer a ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandraya Kocaeliyê dima û berê jî gardiyanan tecawizî wê kir û îşkenceya zayendî lê hatibû kirin, duh di hucreya lê dima de bi awayê bi gûman mirî hat dîtin. Otopsiya ewil ya Garîbeyê jî li Saziya Tipa Edlî bêyî parêzerên wê hat kirin û derbarê sedema mirina wê de di raporê de cih negirt.   'Tişta Garîbe ber bi mirinê ve biriye pergala hucreyê ye'   Parêzerên Garîbeyê ku bi şev çûn girtîgehê jî demek dirêj detûr nedan ku bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê bikin û li derve hatin rawestandin. Parêzeran bi hewldanên xwe herî dawî bi muwekîlên xwe re hevdîtin kirin. Parêzerên ku di nav Muwekîlên wan de siyasetmedar Fîgen Yuksekdag û Gultan Kişanak jî hebû û hevdîtin kirin hevdîtin kirin  gotin, "Em bêyî ku bi muwekîlên xwe re biaxivin ji girtîgehê derketin. Herkes xemgîn bû û gotin ku tişta Garîbe ber bi mirinê ve biriye pergala Tîpa F a hucreyê ye. Diyar kirin ku li heman cihê li odeyeke tenişta an mirovek jiyana xwe ji dest dide lê ew vê ji televîzyon dibihîzin. Goltan Kişankak diyar kir ku ev kuştina jinekê ye û divê ku berpirsiyar bên cezakirin."   Gelek kes li ber ATK'ê ye   Herwiha ji serê sibehê zû ve ji bo ku cenazeyê Garîbeyê bigirin parêzerên wê, endamên MA-TUHAYDER'ê, aktîvîstên TJA'yê û rêxisitnên HDP'ê yên bajar û navçeyan  ji bo ku biçin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Kocaeliyê derketin rê. Girseya ku hat ber girtîgehê di lêgerînê re hat derbaskirin. Girse li ber Atekê bendemayîna xwe didomîne.   '5 gardiyanan hevdîtin asteng kir'   Ji parêzerên ku duh ji bo bi muwekîlên xwe re hevdtîinê bikin çûn girtîgehê Tîapa F a Hejmar 1 a Kandirayê Jiyan Tosun got, " Girtî bi rêya televîzyonê hînbûne ku Garîbe jiyana  xwe ji dest daye. Kesê ku têkiliya girtiyan bi hev re qut dike jî sergardiyan e û ji bo hemû girtiyan heman tiştî dike."   Dê cenaze bişînin Mêrdînê   Li bendê ye ku piştî cenazeyê Garîbe bê girtin wê îro saet di 15.15'an de bi balafirê ji Stenboçê bişînin Mêrdînê.