Şêniyên Setkarê bertek nîşanî çênekirina rê dan 2021-12-10 09:03:57   Rojda Aydin    ŞIRNEX - Şêniyên gundê Setkarê ya Elkê ji ber çênekirina rêya gund bi gazincin û gotin: "Ji ber çênekirina rêya gund em zivistanê bi pirsgirêkên dijwar re rûbirû dimînin. Em nikarin zarokên xwe bişînin dibistanê, em nikarin biçin navçeyê û danûstandinê bikin. Rêyên gundê cerdevanan tê çêkirin, lê yên me tên piştguhkirin."     Gundê Setkarê ya navçeya Elkê ya Şirnexê di salên 90'î de bi dehan caran bi zext û zordariya dewletê re rûbirû ma û herî dawiyê jî hat şewidandin. Şêniyên gund ji neçariyê gundê xwe terk kirin. Çend malbat li biniya gund carek din xaniyên xwe avakirin. Niha li gund 15 xanî hene û nêzî 60 kes li gund dijîn. Ji bo şêniyên gund niha pirsgirêka sereke çênekirina rêya gund e. Li gorî demsalên din şêniyên gund bêtir zivistanê bi pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Nikarin biçin navçeyê danûstandinê bikin, nikarin nexweşên xwe bibin nexweşxaneyan û her wiha nikarin zarokên xwe bişînin dibistanê. Daxwaza şêniyên gund ya çêkirina rêyan jî ji hêla Şaredariya Elkê û Qeymeqemtiya Elkê ve tê piştguhkirin. Şêniyên gund bal kişandin ser rewşa ku dijîn.    'Me ji gund derxistin'    Zeynep Temel (50), di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser xweşikiya gundê xwe û got: “Gundê me gelek xweş e. Jiyana me ya gund çend xweş be jî zehmetiyên wê jî hene. Beriya vê gundê, em li gundê jor a Setkarê bûn. Di salên 90’î de gundê me hat şewitandin û me ji gund derxistin. Me jî ji xwe re gundek din ava kir. Em havînê karê bax û baxçeyan re mijûl dibin û diçin zozanan sewalên xwe xwedî dikin. Zivistanê jî em sewalên xwe li hindûr xwedî dikin. Em debara xwe bi vî rengî dikin."   'Ji ber barîna berfê rêya gundê me tê girtin'   Zeynep, di axaftina xwe de behsa rêya gund kir û diyar kir ku bi taybetî di demsala zivistanê de jiyan ji bo wan zor û zehmete. Zeynep, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li vir zivistan dijwar derbas dibe. Berf zêde dibare û rêya gund ji ber berfê tê girtin. Zarok bi zehmetî diçin dibistanê û şêniyên gund bi zehmetî diçin navçeyê danûstandinê dikin. Ji bo çêkirina rêyan me gelek caran serî li Şaredariya Elkê û qeymeqemtiya navçeyê da. Rêyên gundê cerdevanan çêdikin, lê yên me qet guh nadin. Em şêniyên gund bi derfetên xwe rê çêdikin lê têr nake."   'Me ji xwe re gundek din ava kir'   Soylemez Temel (40) jî diyar kir ku ew ji li vê gundê dijîn û wiha bi lêv kir: "Berê em li gundê Setkarê bûn. Lê gundê me hat şewidandin û cerdavanî li me hat ferzkirin. Me jî dev ji gundê xwe berda û me ji xwe re gundek din ava kir. Em li gund debara xwe bi xwedîkirina sewalan dikin. Her wiha bihar û havînê jî bi çandiniyê re mijûl dibin."    'Bila rêya gundê me çêkin'   Soylemez, di axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêka tunebûn rê û wiha nêrinê xwe anî ziman: "Rêya gundê me ji ber ku nayê çêkirin bi taybetî em zivistanê bi pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Me gelek caran serî li rayedaran da lê bersivek nedan me. Hincet jî dibêjin 'Ji ber ku hejmara şêniyên gund kêm e em çênakin." Zivistanê erebe nayên nava gund. Ji ber vê yekê em heta serê cadeyê dimeşin. Bi taybetî ji bo zarokên me gelek zehmet e. Zarokên me her roj heta ser rê dimeşin. Bi zanebûn rêyên gundê me nayên çênakin. Rêyên gundên din hatin çêkirin, ji ber ku cerdevan in. Em daxwaz dikin ku rêya gundê me bê çêkirin."