Aktivîsta RJAK'ê Jîna Rehşîd: Li dijî êrişên li ser Şengalê yekîtiya kurdan pêwîst e 2021-12-10 09:02:52   Medya Uren   NAVENDA NUÇEYAN - Aktivîsta RJAK'ê Jîna Rehşîd têkildarî êrişên li ser Şengalê yên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK'ê û hukumeta Iraqê nirxand. Jînayê wiha got:"Rêveberekî mezin ê Şengalê hat qetilkirin. Ev ne êrişa yekem e, dibe ku ne ya dawî jî be. Pêwîst e em vêya hêsan negirin dest. Çawa kurd li dijî êrişa DAÎŞ'ê bi yekîtiyek mezin rizgar bûn, îro jî ew roj e. Pêwîstiya me bi yekîtiyek mezin heye ku em Kurdistanê ji nav komkujiyan rizgar bikin."   Balafira bêmirov a tirk di roja yekemîn a rojiyên Êzîd de êrişê wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda ku zarokên wî jî li gel bû, kir. Di encama êrişê de Merwan Bedel jiyana xwe ji dest da. Aktivîsta Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Jîna Rehşîd ji Silêmaniyê têkildarî êrişên li ser Şengalê pêk tên bi ajansa me JINNEWS'ê re axivî.   'Tirkiyeyê çav berdaye her çar parçeyên Kurdistanê'   Jînayê bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li ser Kurdistanê û wiha got:"Tirkiye bi êrişek dijminatî û netehemulkirina hebûna kurdan xwe nîşan dide. Ev ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê derbasdar e. Li hemû herêman vê dagirkeriya xwe dide meşandin. Li Rojava û bi taybet jî her tim li ser Başûrê Kurdistanê zextên xwe didin dewamkirin. Li cihekî ger kurd destkeftiyekê bi dest bixin Tirkiye jî li wir êriş dike. Mînakên vana em roja îro li Şengalê dibînin."   'Tirkiye PDK'ê bi tiştekî nahesibîne'   Jînayê da zanîn ku PDK jî bi êrişên ku dike hevkariya dewleta tirk dike û wiha dewam kir:"Bê guman e ku civaka Şengalê nikare êdî baweriyê bi hêzên ew di nava DAÎŞ'ê de hiştin, bîne. Êdî civaka Êzidî li Şengalê xweseriyek xwe ava kir û ev herî zêde jî bi zora dewleta tirk çû. Li ser xwesteka wan hikumeta Hewlêr û Bexdayê peymana 9'ê Cotmehê îmze kirin. Wan bi vî rengî bi awayî zagonî xwestin bikevin Şengalê. Di vir de Tirkiye hikumeta Hewlêrê bi tiştekî nahesibîne. Ger Kurdistanê bixin bin desthilatdariya xwe ew PDK'ê nakin mixtarê gundan jî. Ev rastiyeke û divê were zanîn."   'PDK berpirsiyarê êrişan e'   Jînayê bi lêv kir ku Tirkiye PDK'ê tenê weke alîkar bi kar tîne, di cihên ku nikarin bikevên weke rêyekê bi kar tîne. Jînayê wiha domand:"Weke me got ne ku PDK'ê bi tiştekî dihesibînin. Tenê li cihên ku nikarin bikevên PDK'ê weke rêyekê bi kar tînin. Ne destûr dixwaze dewleta tirk fermanê dide PDK'ê. Ne tenê li Şengalê li gelek herêman ev êriş tên bikaranîn û destûr jî nayê xwestin. PDK jî van rastiyan nabîne û hevkariyê hildibijêre. Bê guman bi hevkariyê dibe şîrîkê komkujiyên tên kirin. Ji ber vê sedemê jî ew berpirsyarê êrişan e."   'Komkujiya hatiye kirin encamên îxanetê ne'   Jînayê da zanîn ku yek bi yek qetilkirina navên girîng ên Şengalê diyar dike ku encamên îxanetê ne. Jînayê bi lêv kir qetilkirina van kesan divê hêsan neyê destgirtin û wiha got:"Merwan rêvebir û mezinekî Şengalê bû. Qetilkirina wî li gel ku windahiyek mezin e xwesteka afirandina tirsê ye jî. Beriya niha jî gelek navdarên Şengalê hatin qetilkirin û mixabin hewil didin di nava civaka Êzidî de avêtina gavê ya paşde pêk were. Lewra ev tirsa êrişkeran a li hember xweseriya Şengalê ye. Ewqas tirsa wan mezin e ku êrişên bi vî rengî dikin."   'Armanc tasfiyekirina civaka Êzidî ye'   Jînayê da zanîn ew têkoşîna dayik, jin û civaka Êzidî ji dil silav dike ku şayanê pîrozkirinê ye. Jînayê wiha pê de çû:"Civaka Êzidî li hember wan qetlîman bertekek xurt nîşan dide. Ji roja yekem heta niha bi vînek bi hêz li ser lingan e. Di pêvajoya fermana 74'an a DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê hat û êrişên DAÎŞ'ê yên li ser Rojava de gelê kurd yekbûnek mezin nîşan da. Li hember êrişan bû yek û serkeftinên mezin bi dest xist. Pêwîst e niha jî ev yekbûn were nîşandan. Niha jî pêwîstî pê heye ku em bi yek dengî serî hilbidin û nerazîbûna xwe bi lêv bikin. Ji ber ku niha jî armanc tunekirina destkeftiyên kurdan e û armanc tasfiyekirina civaka Êzidî ye."   'Li dijî êrişên li ser Şengalê yekîtiya kurdan pêwîst e'   Jînayê herî dawî bang li gelê Başûr kir û wiha diyar kir:"Pêwîst e gelê Başûr di van êrişên Tirkiyeyê de bi baldarî û hestiyarî tev bigere. Şengal tê bombebarankirin. Çiyayên Kurdistanê bi çekên kîmyewî tên bombebarankirin. Li aliyekî ji xwîna me tên qetilkirin û ji aliyekî jî xwezaya me tê qetilkirin. Pêwîst e em bi hev re di nava yekîtiyê de li dij van êrişan derbikevin. Bêdengiya me hevkariya me ya bi wan êrişan re ye. Ger em ji xwe re bêjin em nîştimanperwer in ev tişt şert in. Serwerî û azadiya Kurdistanê encax bi yekîtiyek neteweyî pêkan be."