ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2021'Ê 2021-12-10 09:00:00   ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2021'Ê   * Aktivîsta RJAK'ê Jîna Rehşîd têkildarî êrişên li ser Şengalê yên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK'ê û hukumeta Iraqê nirxand. Jînayê wiha got:"Rêveberekî mezin ê Şengalê hat qetilkirin. Ev ne êrişa yekem e, dibe ku ne ya dawî jî be. Pêwîst e em vêya hêsan negirin dest. Çawa kurd li dijî êrişa DAÎŞ'ê bi yekîtiyek mezin rizgar bûn, îro jî ew roj e. Pêwîstiya me bi yekîtiyek mezin heye ku em Kurdistanê ji nav komkujiyan rizgar bikin." DÎMEN HEYE   *Şêniyên gundê Setkarê ya Elkê ji ber çênekirina rêya gund bi gazincin û gotin: "Ji ber çênekirina rêya gund em zivistanê bi pirsgirêkên dijwar re rûbirû dimînin. Em nikarin zarokên xwe bişînin dibistanê, em nikarin biçin navçeyê û danûstandinê bikin. Rêyên gundê cerdevanan tê çêkirin, lê yên me tên piştguhkirin." BI DÎMEN    * Dayika Aştiyê Zubeyde Adar ya di rojên borî de tahliye bû, diyar kir ku di bin çavan de û li girtîgehê sîxurî lê hatiye ferzkirin, bi îşkenca legerîna tazî û gelek binpekirinan re hatiye rû hev. Zubeydeyê da zanîn ku ew nikar li dijî van bêdeng bimîne û banga ‘Werin em dest bidin hev em dengê xwe bilind bikin’ kir. BI DÎMEN    *Di alî dîrokê de derketina holê ya malbatê bi derketina dewletê re pêş ketiye. Bi avabûna dewlet û malbatê em dikarin bêjin ciwanan xwe winda kirine. Ciwanên ku ji wan serîtewandina bêdawî tê xwestin, di îtîrazek biçûk de dikarin ji dewrê bên derxistin. Wek Destana Gilgamiş wek tê zanîn di hinek mîtîngan de ciwan, nasnameyeke ku her tim tê xwestin xwedî lê bê derketine. Ji ber taybetiyeke ku her tim nayê parastinê ye,  bi mantika ‘tu ciwan namînî, li ser ciwanan serdest be’ bombebarana zextê pêk tê. NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve li malbata Fîkrî Demîrbaş ku di 2017’an de wesayîta zirxî li wesayita wî qelibî û bi kesên di wesayitê debûn re  jiyana xwe ji dest da, bi hinceta ‘wesayîta zirxî zirar dîtiye’ doza tezmînatê ya 250 hezar Euro hat vekirin û doz wê di 24’ê Çileyê 2022’an de bê dîtin.   *Endama MYK ÎHD’ê Nuray Çevîrmen der barê binpêkirinên mafan yên zêde bûne de axivî û da zanîn ku li Tirkiyeyê di hêla mafan de şûndeketinek heye û balkişand ser polîtîka desthilatdariyê: “Li Tirkiyeyê dixwazin li ser mirovan tirsê biafirînin.” BI DÎMEN    *Li Amedê li pey zemên ku li xurek û amûran hatine kirin, li rêwitiya maşîneyan jî zem hat kirin. Nîştecihên Amedê bertek nîşanî zemên tên kirin dan û xwestin hikumet îstifa bike. Gelek kesan gotin:"Êdî em nikarin debara xwe bikin wisa here jî em ê rabin serhildanê." BI DÎMEN